Piştî reşkirina televîzyon û radyoyên Kurd û muxalîf, televizyona Med Nûçe jî pêr ragîhand ku Şirketa Asîmanî Eutelsat’ê ew agahdar kiriye ku wê weşana televizyonê were sekinandin. Edîtorên Med Nûçe’yê dan zanîn ku ew ê serî netewînin û bang li gel kirin ku li dijî êrîşan bêhtir piştgiriya çapemeniya azad bikin.   

Li Tirkiyê di çend rojên dawî de hinceta Biryarnameya di Hikumê Qanûnê de (KHK) weşanên 12 televîzyon û 11 radyoyan hatin sekinandin. Hin ji wan ji alî memûrên dewleta Tirk ve bi temamî hatin girtin û nehiştin xebatkarên vê jî têkevin avahiyê.  


Edîtorên Med Nûçe: Em ê serî netewînin

Şîrketa Eutelsatê jî pêr biryarek skandal da û ragihand ku weşana Med Nûçe wê bê sekinandin.

Edîtorên Med Nûçe, li dijî biryara girtina televîzyona wan gotin, ew ê xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derkevin. 

Ji Edîtorên Med Nûçe Bakî Gul da xuyakirin, şîrketa Eutelsatê ti hincet nîşan nedaye û yekser ji wan re ragihandiye ku biryara girtina weşanê daye. Gul got, “Wê di demeke kurt de sedemê ji me re ragihînin. Beriya niha heman tişt hatibû serê Roj û Nûçe TV. Beriya biryara girtinê, li ser naveroka weşanê ti hişyarî nehatibû kirin.” Gul diyar kir, ew vê zîhniyeta berjewendîparêz di dema girtina Med, Medya, ROJ TV û Ozgur Polîtîkayê de baş dinasin û destnîşan kir, ku mînaka dawî ya vê zîhniyetê jî biryara li dijî televîzyona wan e.


Ewrûpa hiqûqa xwe bin pê dike

Ji edîtorên Med Nûçe Pinar Katûrman jî da xuyakirin  Ewrûpa hiqûqa xwe binpê dike, li dijî gelê xwe sûc dike û wiha peyivî: “Li gorî qanûnên wan, eger di weşana me de pirsgirêkek hebe divê ji me re ragihînin û hişyariyan bide. Lê belê bêyî ragihandin û hişyarkirinê, yekser biryareke bi vî rengî dan. Ev yek biryareke siyasî û hevparebûna faşîzan e. Çapemeniya azad bêdeng nabe, nikare bê bêdengkirin.” Katûrman destnîşan kir, ku weke Med Nûçe ew ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin.”


Parçeyek ji plana têkbirinê ye 

Yek ji edîtorên Med Nûçe Erdal Er jî işaret bi ‘Plana Têkbirinê’ kir ya ku hikûmeta AKP’ê di sala 2014’an de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd xist rojeva xwe û got: “Di nava vê planê de gelek sernav hebûn. Yek ji van sernavan jî medya bû. Navên televîzyon û rojnameyan hatibûn destnîşankirin. Di nav de televîzyonên weke Med Nûçe û ÎMC jî hebûn. Rojnameya Ozgur Gundemê jî hebû. Dema mirov ji vî alî ve jî dinirxînin, dibînin ku ‘Plana Têkbirinê’ bi cih tê. Li Kurdistanê wê bajar bihatina xerakirin. 7 hezar heta 15 hezar mirov bihatina qetilkirin. 300 heta 500 hezar mirov bihatina koçberkirin. Bi hovîtiyê re hewl dan vê yekê bikin. Ev yek plana têkbirina vîna Kurdan bû. Dema ev kirin jî diviyabû cîhan vê nebîne û nebihîze. Lewma êrîşî medyayê kirin.”


Banga xwedîderketinê li temaşekeran kirin

Er bibîr xist, ku dema Cizîr hat şewitandin, dengê Mehmet Tûnç li ekranên Med Nûçe, ANF, Stêrk TV, Ronahî TV, Newroz TV’yê hat bihîstin û got, “Ji vê aciz bûn. Dema cih û warên pîroz ên Kurdan, şehîdgeh hatin bombekirin, Med Nûçe ev ji cîhanê re ragihand. Ji vê aciz bûn. Di heman demê de êrîş li saziyên çapemeniyê yên Elewiyan û çep-sosyalîstan hatin kirin. Ev rewşeke rasthatî nîne. Divê temaşeker bi ti awayî vê qebûl nekin. Ev yek nîşaneya êrîşên nû ye. Di dema pêş de dibe ku parlamenteran, hevserokan jî bigirin.”

Edîtora Med Nûçeyê Heval Nesrîn Aslan jî got ku çapemeniya azad ji wan saziyên li pêş e ku komkujiyên AKP’ê yên li Kurdistanê deşîfre dike, ji bo vê sedemê jî desthilatdarî aciz e. 


Li Meletiyê Radyoya Ozgur Guneşê hat girtin

Radyoya Ozgur Guneş a li Meletiyê weşand dikir pêr hat girtin. Di saetên êvarî de polîsan avêtin ser avahiya Radyoya Ozgur Guneşê ya ku li Meletiyê bi piranî weşana xwe bi Kurdî dikir. Polîsên ku bi ser radyoyê de girtin weşana wê rawestandin û amûrên sereke yên li radyoyê tomar kirin û deriyê avahiya radyoyê mohr kirin.


Deriyê Van TV hate mohrkirin

Memûrên maliyeyê yên li gel polîsan, bi ser avahiya Van TV’yê de girtin, deriya avahiyê mohr kirin.

Koordînatorê Giştî yê qenalê Serdar Altan diyar kir ku wê vegotina rastiyan her tim ji bo gel ragihînin û wiha got: “Bila baş bizanibin ku heta niha me serî ji kesê re ne tewandiye.”

Memûrên maliyeyê yên ku li ger polîsan bi ser avahiya navenda Van TV ya ku li Taxa Şabaniye ya girêdayî Ertemêtan Wanê weşanê dike de girtin. Piştî lêgerîna 4 saetan a di avahiyê de hate kirin û şûn de hemû alavên teknîkî navê wan di nava lîsteyekê de rêz kirin û derî mohrkirin. Di dema lêgerînê de ji gelek rêxistinên civaka sivîl jî ji bo destekê ziyaret kirin.


Deriyên Denge TV û Bîrlîk Medya TV jî hatin mohrkirin

Avahiyên Denge TV û Bîrlîk Medya TV ên li Êlihê weşanê dikin ji alî polîsên Tirk û memûrên maliyê ve hatin mohrkirin.

Denge TV’ya ku li Êlihê weşana xwe dikir û ekrana wê bi KHK’yê hat reşkirin, polîs û memûrên maliyeyê bi ser avahiya wê de girtin û piştî hejmar û lêgerîna du saetan deriyê avahiya televîzyonê mohr kirin. Memûrên maliyeyê li avahiya televîzyonê amûrên sereke û ekîpmanên teknîkî tomar kirin û li gel vê li ser deriyên studyo, montaj û depoyan nivîsa RTUK’ê biryara girtinê li ser deriyan xistin û mohr kirin. Her wiha weşana zindî ya qenalê jî hat desteserkirin.

Her wiha li Êlihê, memûrên maliyeyê deriyê Bîrlîk Medya TV’yê jî mohr kirin.



Weşana înternetê ya ÎMC û Hayatin Sesî qut kirin

Weşana înternetê ya ÎMC TV û Hayatin Sesî hat qutkirin, malpera înternetê yên Ozgur Radyo û TV 10 jî sansur kirin. Li gel ku der barê malpera înternetê ya ÎMC TV de biryar tune bû jî malpera înternetê ya ÎMC’ê hat qutkirin. Dîsa malpera Hayatin Sesî Tv ya weşanê hat qutkirin. Di heman demê de malpera Ozgur Radyo ya li ser firenkansa 95.1 weşanê dike malpera radyo ya înternetê hat qutkirin. Malpera Ozgur Radyo ya “www.ozgurradyo.com” ji weşanê re hat qutkirin. Piştî qanala Hayatin SesîTV û TV10 hatin reşkirin, malperên wan ên înternetê jî hatin girtin.





 Dixwazin civakeke yekpereset biafirînin 


Rêveberiya ÎMC TV, girtina ÎMC TV û qenalên din ên televîzyon û radyoyê weke parçeyek ji hewldana hikûmetê ya afirandina medya û civakeke ji yek dengî, pênase kir.

Rêveberiya ÎMC TV bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûneke nîşanî biryara girtinê da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “ÎMC TV û televîzyonên din deng û rengên cuda ne. Bi girtina van tv û radyoyan re di nava hewldaneke dijdemokratîk û otorîter de ne. Dixwazin medya ji yek deng, yek reng û yek baweriyê ava bikin. Girtina qanala me ne tenê binpêkirina azadiya weşanê û çapemeniyê, di heman demê de binpêkirina mafê gel ê azadiya ragihandinê ye. Ev dewama darbeya 15’ê Tîrmehê ye. Hikûmet hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ji bo xwe dike hincet û darbeyek din pêk tîne. Em bi ti awayî vê pêkanînê qebûl nakin û dixwazin bi lezgîn vê biryarê betal bikin.” 






Çav û eynika civakê ne


Nûçegihan û rojnamegerên Rojavayê Kurdistanê êrîş û astengiyên dewleta Tirk ên li ser çapemeniya Kurdî û mûxalîf bi daxuyaniyek şermezar kirin.

Nûçegihanên ANHA, JINHA, ANF, RONAHÎ TV, Rojnameya Ronahî, RT, ACR, Arap24, Ajansa Smart, Vegend News, Arta FM, Dengê Rojava, NRT, Kurdistan24, Wart Tv, Kurdsat News, AFP, Dengê Amerîka, Reuters, Yekîtiya Ragihandina Azad, Soroya TV, KNN’ê polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk ên bi ser çapemeniya azad de şermezar bikin daxuyaniyeke çapemeniyê dan.


Darbeya esas AKP´ê kir

Hevserokê Yekîtiya Çapemeniya Azad Ekrem Berakat li ser navê hemû nûçegihanan daxuyaniya çapemeniyê xwend. Berekat got, AKP ya bi pêşengtiya Erdogan li Tirkiyê darbeya esas dane destpêkirin û wiha berdewam kir, “Bi vê darbeyê re hem civaka sivîl û hem jî saziyên dewletê xist bin kontrola xwe. Niha jî dixwaze saziyên çapaemeniyê bixe bin kontrola xwe. Ev pêlek e ku saziyên çapemeniya azad û ya muxalîf di hedefa dewleta Tirk de ne.”


Divê sazî û dezgehên navneteweyî dijî vê yekê derkevin

Ekrem Berekat diyar kir ew weke Yekîtiya Çapemeniya Azad û nûçegihanên Rojava van polîtîkayên dewleta Tirk şermezar dikin û diyar kir, ‘’Ev zext li dijî çapemeniya azad in ku çav û eynika civakê ne. Em bang li hemû sazî û dezgehên navnetewî yên çapemeniyê dikin ku li hemberî van polîtîkayên dewleta Tirk dengê xwe derxînin. Girtina saziyên çapemeniyê girtina çavê civakê ye. AKP dixwaze tenê ya partiyekê û ramana ya partiyekê hebe.” 


 RIMÊLAN