ERDOGAN ALTAN / MA / ŞEHBA
Rojnamevan Seyît Evran, operasyona Qendîlê ya ku dewleta Tirk dixwaze bide destpêkirin ku heta serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan doh digot, "Me da destpêkirin" nirxand û got: “Tirkiye hemû hêza xwe bişîne Qendîlê jî nikare wê kontrol bike.”
12 roj ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re mane. Berî hilbijatinê, Erdogan û tifaqa AKP-MHP’ê careke din “Operasyona Qendîlê” anî rojevê. Rojnamevan Seyît Evran ê ku salên dirêj li Başûrê Kurdistanê rojnamevaniyê dike, operasyona muhtelemel nirxand.
Ji 1983’an ve li Başûr in
Evran li ser armanca operasyonê rawestiya û got, “Tirkiye ji 25’ê Gulana 1983’an ve li ser axa Herêma Federe ya Kurdistanê operasyonê birêve dibe. Di salên 90’î de û ber bi dawiya sala 1996’an ve hêzek mezin a eskerî pirr eşkere li herêmê bi cih kirin. Bi van hêzan, nemaze li navçe û bajarokên girêdayî Duhok û Zaxo yên herêma Behdînanê baregehên eskerî ava kirin. Di 97’an de êrişeke berfireh pêk hat. Tangên dewleta Tirkiyeyê heta Soran, Diyana û Çomanê bi cih kirin. Heta tang ketin sînorê Îranê jî. Tang heta gundên Bergirkê, Pirdeşalê yên Qendîlê jî çûn. Lê bes çend rojan paşê neçar man vegerin. Operasyoneke herî dawî ya bejahiyê sala 2008’an li dijî Zapê pêk anîn. Ev operasyon bi fiyaskoyê bi encam bû û serfermandarê wê demê Başar Buyukanit li têkçûna artêşa xwe mikur hatibû.
Ji bilî PKK’ê kes nikare li wan deran bijî
Evran diyar kir ku di demên dawî de eskerên Tirk bi qasî 20-30 kîlometroyan ketine hundir û wiha peyivî: “Girên ku hêza xwe lê bi cih kirin cihên nêzî sînorê Îranê ne. PKK gerîlatiya çiyayan dike. Ji bilî PKK’ê kes nikare li wan deran bijî.”
TSK nikare gerîla ji wê qadê derxe
Evran behsa amadekariyên operasyonê yên PKK’ê kir û got, “Fermandarên gerîla, rayedarên KCK´ê daxuyanî dan û dema mirov li daxuyaniyên wan dinihêre, li dijî operasyoneke muhtemel amade ne. Li dijî hemû rêbazên êrişan amadekariyên wan hene. TSK nikare gerîla ji wê qadê derxe. Çimkî cihek sabît ê gerîlayan nîne. Li her deverê ne. Li gorî amadekariyên hatine kirin, ev operasyon jî bi hezîmetê wê encam bibe. Ji bo çend dengan zêde bistînin, mirovan bi zanebûn dişînin mirinê. Ji bilî mirinê wêdetir dibe pirsgirêkên cuda bi xwe re bîne. Ji niha ve encama operasyonê diyar e. Li gorî hin rayedarên PDK’ê jî ku dibêjin, ‘Tirkiye hemû hêza xwe bişîne Qendîlê jî nikarin wê kontrol bikin.’ Ev daxuyanî îsbata wê yekê ye ku Tirkiye wê careke din rastî têkçûnê bê.”