
Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç: “Em dixwazin hêzek ava bikin ji bo alîkariya partiyan bike ji bo pêkhatina aştî û jiyana hevbeş.”
Têkildarî giringî û pêwîstiya li dar xistina kongreya neteweyî Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilûfer Koç got; “Hinek guhertin li herêmê hene. Her wiha hinek welatên dagirker ên weke Îran û Tirkiye destwerdana rewşa li herêmê dikin. Giringe ku di vê rewşê de hemû partiyên siyasî kom bibin û li ser vê rewşê guftûgo bikin. Bi taybetî jî li ser mijara kongreya neteweyî ku demeke di rojeveyê de ye.”
Kongra Netewî pêdiviyeke jiyanî ye
Nilûfer Koç têkildarî hewldanên avakirina yekîtiya Kurdan de jî axifî û wiha jî got; “Divê mijara neteweyî em derbixin pêş. Her wiha destûr nedin ku komên biçûk bikevin nav neteweya me, siyaseta xwe bimeşînin û piştgiriya dagirkeran bikin. Kongreya neteweyî peywendiya xwe bi tevahî partiyên Başûr ve heye. Em dixwazin hêzek ava bikin ku alîkariya partiyên siyasî bike ji bo aştî û jiyana bi hev re.”
Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Al, pêşmerge û şervan sembola neteweyî ne û divê em hemû xwedî lê derbikevin, biparêzin. Niha dema wê ye ku em yek bin û ti welat navbeyînkariya me nekin.”
HANA AZAD / ROJ NEWS / HEWLÊR