ŞERVÎN MISTEFA / ANHA/HELEB

Her zindiyek di xwezaya xwe de li hember xetere û êrîşên li beramberî xwe, xwedî helwest û pergaleke xweparastinê yê. Di dirêjahiya dîrokê de kes û civak jî erka xweparastinê wek erkeke exlaqî dîtine û ji bo ku hebûn û nirxên xwe biparêzin, her tim di nava têkoşînekê de bûne.

Berxwedana taxa Şêxmeqsûd a ji sala 2012’yan heya 2016 li hemberî komên çete û rejîma Sûriyê di aliyê xweparastinê de yek ji wan nimûneyên xweparastinê ye.

Di dema êrişên li ser bajarê Helebê de, şêniyan taxa Şêxmeqsûdê ji bo xwe biparêzin gelek rêbaz bi kar anîn. Hema bibêje hemû civak ji bo parastina xwe kete nava liv û tevgerê.

Yek ji taxên mezin ên Helebê ye

Taxa Şêxmeqsûd li ser gireke stratejîk cih digire û piraniya taxên Helebê ji wir xuya dikin. Yek ji mezintirîn taxên bajarê Helebê ye. Li rex wê ji aliyê rojava ve taxa Eşrefiyê heye. Rûbera taxê ku avahî lê hene, zêdetirî 4 hezar metre çargoşe ye.

Li gorî serjimariya daîreya nifûsê ya bajarê Helebê ya sala 2010`an, derdora 800 hezar kes di her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dimînin. Tevî ku di taxê de pêkhateyên Ereb, Tirkmen, Ermen jî hene lê piraniya wan Kurd in.

Di nava şer de perwerdeya bi kurdî

Bêguman berxwedana taxa şêxmeqsûd ne tenê di aliyê leşkerî de bu. Gel bi her şêwazê nirxên xwe parast. Yek ji nûmûneya herî berbiçav ew bû ku şêniyên taxê di jêrzemînan de perwerdeya zimanê dayikê dewam kirin. Di êrîşên çeteyan de navenda Saziya Zimanê Kurdî ya taxê bi awayekî zêde zirar dît. Tevî wê jî perwerdehî di nava şerê dijwar û dorpêçê de ranewestî. Hejmarek ji mamosteyan berê xwe da eniyên şer û li rex yekîneyên parastinê li hember êrîşên çeteyan sekinîn. Hindek ji wan jî berê xwe dan nuqteya tendursitiyê û piştgiriya kadroyên tenduristiyê di dermankirina birîndaran de kirin.

Ji bo mana civakekê xweparastin e

Xweparastin, şerê çekdarî jî di nav de di her alî de parastina nirxên manewî û ji bo vê meşandina her cure têkoşînê ye. Civaka bixwaze li hemberî dagirkeriyê xwe biparêze divê di serî zimanê xwe, li çanda xwe, serpêhatiyên xwe yên civakî û dîrokî xwedî derkeve. Ji bo vê jî divê saziyên xwe yên civakî ava bike.

Di têkoşîna taxa şêxmeqsûd de girîngiya van hemûyan wek nûmûneyekê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.