Pirdengî, biwatekirin û rengînkirina jiyanê be heke, pêdiviye ku her kes,  an jî her kesê/a ku gotinekî wî/ê hebe ‘ya xwe’ bibêje, da  pirdengî veguhere yekdengiyê.
Li vir, mebesta min ji ‘yekdengiya pirdengî’; biryarek,  di civîna civateke ji hemû hêl û rexan, ji hemû bîr û baweriyan, ji hemû kom û kesan pêkhatî,  bi rize û erêya dengê kesên amede hatibe wergirtin, ew biryar  êdî ne biryara hinekan; birayareke giştî û girêdar e.
Helbet û teqez kesên  ku ‘xewna serxwebûnê’ dibînin- ji mafê her kesî/ê ye ku wê xwenê bibîne û heke jê bê, xewnê veguherîne rastiye- dê hebin û yên ku çareseriyê di fedareliyetê de dibînin û diparêzin  …
Di nivîseke di vê quncikê/stûnê de weşiyayî, min gotibû, hêzên çekdarî-siyasî  yên Kurdan wekişiyan ji daxwaza Kurdistaneke yekbûyî, serbixwe û azad…
Azadî ew e, bi reng û diruvekî azadane tu xwe vebêjî, ya dilê bibêjî.
Wekî gotina pêşiyan, ‘ heke te girt benede, heke te berda bi dû nekeve’ ;  Kurdan digel ku 30 caran serî li dewleta dagirker hildan, dîsa jî ji kerwanê welatekî serbixwe bi şûn ve man…
Ev bi şûn de mayîn, di roja îroyîn de nayê wateya ku Kurd daxwazên xwe yên çareseriyê ên îroyîn  nekin pêlika derenceya ku hildikişe ‘taxa serxwebûnê’.
Bi baweriya min, piştî destkeftiyekê /statuyekê, li bakûr Kurd ji duh bêhtir dikarin di ber cîbicîkirana daxwazên xwe de li ber xwe bidin, têbikoşin.
Û jixwe ji bo bidestveanîna daxwazan gelek caran  ev gotina pêşiyan rêbaz  e:  ‘ Zêr zane, zor zane, devê tivinga bi mohr zane…’
Bala xwe bidinê,  serokwezîrê ku Kibris ji sala 1974ê ve bi devê tivengê îlhak kiriye, di seredanê de li nava çavên dinyayê dinere û dibêje, ‘Ya welatekî  ji du welatên federal pêkhatî, yan jî em ê Kibrisê bi xwe ve, bi Tirkiyeyê ve girêbidin.
Camêr bi xwe ne ewlebûya wisa digot?
Kurdan gotiye, ‘ Kuçik hestiya dixwe, hesebê qûna xwe dike ’!
Tirkiye pişteke qayim nebîne, hew û bi tenê bi hêza arteşa xwe ya di nava artêşên dinayayê de nizanim çendemîn e, dikare wisa bi hesanî  hespa xwe li Kibrisê, li Bosnayê, li Afganîstanê , li Kurdistanê bibezîne?
Ew, li ser hespên xwe, di pêşiya wan de keriyên pez, hatibin û li vir bi cîh û bi war bûbin jî, piştî 80 salên vegirtinê û dagerkeriyê qirika wan bi Kurdistanê, bi Kibrisê hilnayê; çavên xwe berdane ‘endazyariya’ Rojhilata Naverast!
Dênê xwe didinê, wekî gotina ‘ Gîsinê di çavê xwe de nabîne, dibêje şûjina di çavê te de’; wisa rehet, wisa bi xwe bawer û li xwe ewle, hikumeta ku rûyê xwe ji pirsgirêka xwe ya navxweyî  badeye, Antalya û Stenbol kiriye  ‘gevzika’ muxalîfên ereb…
Di serdemeke ku meha  pûşperê bi ser  ‘Bihara Ereban de hatî, ji mafê Kurdan e ku Kurd jî rûyê xwe ji Ankarayê babidin, berê xwe bidin Wanê, li ser axa xwe wekî Parlamenterên Kurdistanê bicivin, rewşê helsengînin, biryarên di cih de werbigirin û wan biryaran bi raya giştî a navxwe û der re pahr ve bikin.
Lê, di her şert û mercê de, ne ji mafê parlementerekî Kurd e, bibêje,  ‘ Daxuyandina Kurdistana Xweser û Demokratîk  bêwext e, bê wate ye.’!
Ev nîrxandina parlementerê ku bi dengên eniya kedê payeya parlamenteriyê bi dest xistiye, naşibihe şor û şiroveya bi vê babetê ve girêdayî a serowezîr: Ew ji xwe re li tembûrê didin ew li ber dileyizin’!
Gelo kesekî  jê re got, ‘Kurd  xweş govengêr in…ev nînna ye, tirnînna maye’?