Li Amedê 15 rojan carekê di navbera edîtor, xebatkarên kovaran û mamosteyên zimanê Kurdî de li avahiya Kurdî-Derê nîqaşên li ser dîroka wêje û weşangeriya Kurdî pêk tên. 

Vê hefteyê jî edîtorên kovarên ‘Rewşen’ û ‘W’ yê der barê wêje, kovarên xwe de bi mamosteyên zimanê Kurdî re nîqaş kirin.

 

Xwesteka derxistina kovarê

Edîtorê Kovara Rewşenê Servet Denîz diyar kir ku derxistina kovarekê di dilê her kurdekî de heye û ev tişt gotin: “Em hemû dizanin ku kovar û kovargerî di dilê her Kurdekî de heye û her Kurd dixwaze bi hest û ramanên xwe kovargeriyê pêşkêşî gelê xwe bike. Kovara Rewşenê nifşek perwerde kir û tevlî wêjeya Kurdî kir.”

 

52 hejmar hatine weşandin 

Kovara W ku kovareke wêjeyî, çandî, hunerî ye û di her hejmarê de radihêje mijareke wêjeya Kurdî. Kovarê beriya niha bi 12 salan dest bi weşanê kiriye û heta niha 52 hejmarên kovarê derketine. Kovar bi alîkariya Komeleya Nivîskarên Kurd û Enstutiya Kurdî ya Amedê tê çapkirin. Kovara W´yê tê wateya ‘Kovara We’ û ji her hejmarê 2 hezar nusxe tê çapkirin.

Edîtorê Kovara W’yê Omer Fîdan jî bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û kovarên ku zimanê Kurdî weşanê dikin û weha axivî: “Kovara me sala 2004’an hat çapkirin û heta niha 52 hejmar hatine weşandin. Kovarên Kurdî ji bo wêjeya Kurdan çavkaniyên xurt in. Yek ji wan jî kovara me ya bi navê ‘W’ ye. Armanca kovara W’yê ew e ku ji bo gelê Kurd û wêjeya Kurdî bibe dayik. Em dixwazin di kovaran de nivîskarên jin zêde bibin û binivîsînin. Nivîsên di kovara me de ji sedî 90 li ser wêjeyê hatine nivîsîn. Ji ber vê yekê jî em dixwazin her tim rewşenbîr û nivîskarên Kurd li ser kovarê nîqaşan bikin, û em hatin, me bi mamosteyên xwe re nîqaş li ser kovarên xwe kir.” 


 AMED