---Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dijwarî berdewam dike. Pengava şerê şoreşgerî jî dewlet û desthilatdariya AKPê hejandiye.  Şerê şoreşgerî wê encameke  erênî derbixe holê.----

Kultura siyasî ya kurdan, li ser bingeha pevçûn, qîr û teşqelan hatiye avakirin. Ev girêdayî ´îdeolojiya felzekê´ ye. Ji ber ku perwerdehiya kurdî nine, ya dijminên dagirker serdest e û di her qada jiyanê de bandorê li hest û canê/giyanê kurd dike.
Di mijara daxuyaniya dawî ya entelektuel û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê baskê SORA de jî hemen tişt derkete holê. Tê zanîn ku hejmarek zêde rewşenbîr û nivîskarên Kurdên Sora, pêşî bi nameyekê, piştre bi belavokekê xwestin ku zimanê fermî bibe soranî. Heman kesan, alfabeya latînî jî weke berhemê îdeolojiya fermî ya kemalîst bi nav kirin.    
Ev helwesta nivîskar û rojnamevanên sora, rastî dijberiyek tund hat. Sedema wê jî diyar e; ji siyaset û zaravparêziyê bêhtir, ´nijadperestiyek  têr polemik´ bû. Li dijî vê zaravparêziya têr polemik, dengên dijber jî zû bilind bûn. Ev dijberî her çiqasî wek kurdên bi zaravê behdînî-kurmancî diaxivin xuya bike jî, ne rast e, ji tevahiya baskên zaravayên kurdî hat.
Baş tê zanîn ku bi pêşengiya komek rewşenbîr, di salên 2009-2010´an de, li Silêmaniyê kampanya erêkirina alfabeya latînî hate dest pê kirin. Ev kampanya her çiqasî ne bi hêz be jî, hîna berdewam dike û gelek nivîs jî derbarê kampanya de hatin nivîsandin.
Xala duyemîn û giring:  Kampanya li dijî alfabeya latînî, dibin pêşengiya komên îslamîst de dest pê kir û giha vê qonaxê. Hêzên îslamîst, belavok jî bela kirin û alfabeya latînî wek alfabeya kemalîstan bi nav kirin. Qur’ana Pîroz jî, alfabeya erebî ku bingeha nijadekî serdest e bi karanîn. Tê gotin ku ev hêzên îslamîst, payendekên AKP´ê û Cemaeta Gulen ya li Başûrê Kurdistanê ne.
Hingî divê mirov vê pirsê bike; mirovên weke Şêrko Bêkes û kesên mina wî, çawa dikevine davika van hêzên îslamîst? Cihê mixabiniyê ye.
Divê werê zanîn; tu gel, nikarin li ser bingehek kultur û şaristaniyek ne ya xwe jiyaneke berdewamî û abadanî bidomînin. Nikarin plan û bernameyên xwe, li ser bingeha vê çanda ne ya xwe ye amade bikin. Eger amade bikin jî, mina di dîroka kolonyalîstan de xuya dike, encam û firaze wê di rengê li Kuristanê de  derdikevê holê…
Pêvajoya modernîtê jî, li ser bingeha çandek heyî tê meşandin û serketinê bidest dixe. Li Kurdistanê jî pêvajoyek wiha dest pê kiriye. Lê pêvajoya li Kurdistanê, ji sedema hişmendiya ´siyaseta felzekê, cûdabûnekê, parçebûnekê dijî. Pevçûn, qîr û teşqeleyên derdikevin hole jî encama vê parçebûn û cûdabûnê ye. Parçebûn û cûdatiya di aliyê neteweyî de, metirsînî ye, dikare bibe sedema bixwîn-bûna birîna mumarî.
Kurdistan, hîna êşa vê birîna mumarî dikişîne. Ne tenê di aliyê siyasî de û tirsa ji dagirkeran… Di aliyê çandî jî û ne erêniya alfabeyeke hevbeş jî, ji vir tê.  Ji ber ku gelê kurd, hîna projeya neteweyî û pêkhatina yekîtiya neteweyî pêk neaniye. Ev ´pêk-nehatin´ ji ber sedema tirsa du alî ye. Yek tirsa kesyetî û ezî, ´civakparêziya di çarçoveya zaravparêzî´ û berjewendiyên herêmî. Ev hişmendiya, tirs û hişmendiya dagirkeriya ku xaka Kurdistanê kirine çar parçe ye.  Tevahiya rewşenbîr û entellektuelên kurd, mîr û begên kurdan, axa û şêxên kurdan, ji sedema pêk ne-anîna  projeyeke neteweyî rexne dikin, lê ew jî heman şaşîtiyê dikin.
Tirsa duyemîn, dijminên dagirker e. Ev tirsa bindestî û îdeolojiya fermî ya dagirkerên ku di beden û mêjiyê kurdan de ´birîna mûmarî ya dubendiyê´ vekirine ye.
Divê were zanîn: Ala deng ya Kurdan, zimanê hevbeş kurdî ye û  ev al jî, dikarê bi alfabeya hevbeş ya latînî werê balivandin. Bêguman bi hezaran pirtûkên bi alfabeya erebî hatine nivîsandin. Ev dewlemendiya magazine çand û wêjeya kurdî ye. Biqasî civaka sora, pêdiviya civakên din ku bi zaravayên din diaxivin bi vê çandê heye. 
Helwesta nivîskar û rewşenbîrên sora, ne civakî ye, ne sosyo-polîtîk e,  direkt polîtîk  e. Ji ber ku di pirsgirêkên civakî de, di pirsgirêkên sosyo-polîtîk de, ziman, polîtka ziman û plansaziya ziman ferz e. Hêvî ew bû ku,  nivîskar, rewşenbîr û zanistên sora, ji ferzkirina alfabeya erebî, ji destnîşan kirina helwesta siyasî bêhtir, bikevin nava hewldaneke ferhenga soranî û kurmancî, ferhenga  soranî û dimilkî, yan jî ferhenga soranî û lorî… Ev hewldan wê di magazine çanda kurd de, di magazîna wêje û zimanê kurdî de, bibe dewlemendiyek mezin. Hingî enerjiya wan birêzan teva, wê xwe di plansaziya ziman de û ji bo sîstema perwerdehiya neteweyî hêza xwe nîşan bide. Ev hêz, wê bibe bingeha pêşxistina tevahiya zaravayên kurdî.
Di Konferansa Ziman ya li Hewlêrê ( 20, 21, 22 Îlona 2011) di vê babetê de jî hinek biryar hatin standin. Gelo ew biryar, ji aliyê rewşenbîrên sora ve hatin jibîr kirin?
Gotina dawî; çanda her gelî li ser zimanê wî gelî hatiye girîş kirin. Çanda kurdî jî li ser stunên zaravayên kurdî hatiye avakirin, mirina her zaravayî, mirina parçeyek ji çanda kurdî û şikandine  stunekê ye.