Helbestkar Abdurrahman Çadirci (Esat Faraşîn) li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê û ji sala 1976’an vir ve di nava Tevgera Azadiya Kurd de dixebite. Çadirci Tevgera Azadiya Kurdistanê de heya niha mohra xwe li gelek xebatên wêjeyî û hunerî yên weke gotar, pirtûk û helbestan daye. Di heman demê de Çadirci xwediyê pirtûkên ‘Zagroslar da Bir Ceylan (Li Zagrodan Xezaleke)’, ‘Daglarin Şarkilari-Benevok Çiçekler (Stranên çiyayan-Kulîlkên Benevokê)’ û ‘Savaş ve Ordu Kilavuzu (Pêşberê Şer û Artêşê)’ e.
Wêjeya gerîla
Çadirci derbirî ku pirtûkên wî di nava gerîlayan de elaqeyek mezin dibînin û got: “Di nava refên gerîla de min gelek gotar nivîsandin. Yekem pirtûka min a bi navê ‘Savaş ve Ordu Kilavuzu’ ye. Ev pirtûka min di nava refên gerîla de salên dirêj weke jêdereke bingehîn bû û bi elaqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Dîsan pirtûka min a bi navê ‘Zagroslar da Bir Ceylan’ hat weşandin. Ev yekem pirtûk bû ku di aliyê wêjeyî de behsa gerîla dike. Her wiha jiyana gerîla, şer û çiya vedibêje. Di heman demê de helbestên li ser jiyana gerîla û şehîdên me piştre bi navê ‘Daglarin Şarkilari’ bû pirtûk. Bi heman şêweyî ev pirtûka min a helbestan rastî elaqeyeke mezin a gerîla hat û di vegotina jiyana gerîla de bi roleke mezin rabû.”
Çadirci ji bo pirtûka xwe ‘Tül ve Kül‘ got, jiyana gerîla, ya li çiya bi şêweyekî helbestî min aniye ziman.
Huner û jiyan, hev du temam dikin
Helbestkar Çadirci ji bo têkiliya huner û jiyanê tespîta “du beşên temamkerên hev kir û wiha pê de çû: “Di heman demê de gerîlayek, şoreşgerek hem helbestvan û hem jî hunermend e. Ji ber ku her du jî li ser estetîkê kar dikin. Timî dixwazin van hîn baştir bikin. Ji bo wê jî gerîlayek yan şoreşgerek ti carî bê helbest, wêje nikare bijî. Tê bîra min dema ku em li Botan, Zagrosan bûn, komên gerîla li dora agir kom dibûn û me helbest digotin. “
Ciwan û helbest nikarin ji hevdu bên qûtkirin
Çadirci wek cureyekî wêjeyê li ser rewşa helbestê jî got, elaqeya nifşên nû ji bo helbestan pirr tuneye, lê ew nayê wê maneyê ku helbest bi temamî bi dawî bûye û wiha pê de çû: “Niha hinek çanda popûler a kaptalîzmê dixwaze ciwanên nû yên neberpirsiyar biafirîne. Di her alî de dixwaze bandorê li ser ciwanan bike. Ev jî dibe sedem ku elaqeya ciwanan a li hemberî helbest û wêjeyê kêm bibe. Lê ez bawer dikim ku her biçe wê ev elaqe cardin vegere û cardin girêdayîna navbera helbest û ciwanan de zêdetir bibe. Ji ber ku jiyana popûler a kaptalîzmê timî hewl dide têkiliya di navbera eşq û helbestê de bikuje. Lê ji ber ku nikare li cihê vê tiştekî nû deyne, nikare vê jî pêk bîne. Di vir de ez dikarim mînaka Mem û Zînê bidim. Çawan dema ku Mem hat kuştin, Zînê jî xwe kuşt, bi heman şêweyî helbest û eşq jî nikarin bêyî hevdu bijîn.”
Gerîla û wêje nêzî hev in
Çadirci diyar kir ku helbestkar û wêjekarên herî mezin di nava jiyana şoreşgerî ango gerîla de derketine holê û wiha axivî: “Bi sedan ciwanên ku bi hest û heskirinên jiyana azad tevlî nav refên şoreşê bûn, şehîd bûn. Ez bawer dikim ku ger ew bijiyana wê helbestkar an wêjekarên herî mezin ji nava wan derketibana. Ji ber ku di rastiyê de rola ku helbestek, yan xebateke wêjeyî pê radibe, ti hêzeke din nikare pê rabe.”