Çend roj berê, polêsên komara dagirkeriyê êriş birin li ser çapemeniya azad û çend hevalên me binçav kirin, xwestin hine rojnameger jî bi çekan bitirsînin... Lê ev çapemeniya hanê, taybet jî di van salên dawî de dijî van êrişan rexistiniya xwe ewqasî hêzdarane û saxlem damezrandiye ku, bixwe jî zanin, ne bi rê ya pinçavkirin, zindan û hwd, bi kuştinê ve jî nikarin encam bigirin. Çi ku çapemeniya azad, ruha tevgera azadiyê ye. Çawa? 


***
 Ger çapemenî ya azad ne be... Di qada leşkeriyê de çi dibe çi nabe, ne mimkûn e ku însanên wekî min bizanibin. Ji ber ku ew, bi stratejiyên leşkeriyê ve dimeşin û diqewimin, di nav van strateyiyan de hin şêwazên rewanşînasî ya şerê jî hene, ku ew jî ne karê her kesî ye... Ev yek...  Ya duyemîn, heke çapemenî ya azad tune be... Şerê ku di nav civakê de, ango li bajar û bajarokan diqewimin jî, tenê ji wê herêmê re pîçekî zelal e, ji wê wêdetir agahiyên qirêj li holê dimînin. Gava ew gelê dagirbûyî, ji dûrî amûrên çapemeniyê bin, ked û zehmetî çiqasî mezin bin jî, tu tekoşîn nikarin bigihîjin asta serkeftinê.
Ango gotina min ev e ku, ji bo Kurdistaniyan çapemenî, ji qasî çek û selahên xweparastinê girîng e û hin caran wisa dibe ku, di şerê de hêzek bi çekê ve serbikeve jî, êhtimalek mezin bi sedema nebûna çapemeniyê, ji encamên binketin û têkçûyînê ve jî rûbirû bimîne.
Ev yek, ji bo qada şerê derbasdar e. Ji vê neyê fêhmkirin ku ez çapemenî wek amûreke şerê dibinim. Naxwe, tiştekî wisa nîn e. Erê çapemenî ne amûreke şerê ye lêbelê, heke çapemenî tune be, an jî bêhêz be, şerê hebûn û tûnebûnê jî dibe ku ji dest bifilite û gel dîsa di bin dagirkeriyê de binale. Ango di vir de çapemenî ne amûreke şerê, amûreke “jêneveger a jiyaneke azad” e.
Ji wê wêdetir, çapemenî, ango agahiyên rast, di mercên aşitiyê de jî ji bo civakan wek behn e, wek ava jiyanê ye. Çi ku ne tenê şer, her wisa, di her qada jiyanê de çapemenî deng û ziman a tekilî ya komelayetî ye. Ango komelayetî bi çapemeniyê ve digihîje hebûna xwe. Bi çapemeniyê ve dibe komal, dibe civak, dibe milet û dibe nirxeke şaristaniyê. Ango di serdema îro de şaristanî, bê çapemenî nabe şaristaniyet.
Ji ber vê yekê, gava ku tevgera azadiyê xwe birexistin bike, berî her tiştî beşa çapemeniyê ava kir. Mazlûm Doğan, di nav şert û mercên teng de, tevî çend hevalên xwe yên wê demê, wek wezîfedarê çapemeniyê peywir girt li ser milê xwe û ji bo avakirina çapemenî ya azad kedên mezin da, di nav mercên gelek giran de kar kir, heta kete destê dijmin û li girtîgehê jî ber xwe da, jiyana xwe ji bo vê peywir a hanê ji dest da. Ev zanîn, tu car ji qîmeta xwe tişt wenda nekir, heta îro jî... Heta em dikarin bêjin çi nirxên azadbûyîna gelê Kurd hene û di roja îro de em dikarin behsa wan bikin jî, bi saya van xebatan û van kedên bêhempa ne.
Ger medyayên vê tevgerê tune be, ew tê wê wateyê ku, him çavên gelê me ji dunyayê re, him jî çavên dunyayê ji gelê me re kor e. Guh ker e... Hemû derfet bêkêr û bêtesîr in... Şer jî nameşe, tu kes jî nikare bi tu şiklî xwe ji dagirkeriyê xilas bike...
Gelên ku dixwazin xwe ji dagirkeriyê xelas bikin, gelên ku li ser vê meşê îrada xwe danîne, ji bo wan çapemenî ev e û ji van jî wêdetir e...