Ji cehenma Malî , Afganistan û Pakistanê ji Kendavê heya Misirê, Urdun , Sudanê ji bo berhevkirna cariyeyan li Sûriyeyê di kêleka nokerên wan ji Tirkiyeyê davêjin ser Sêrêkaniyê ku şêniyê wê 30 hezar kese û bi gund û wargehên wê jî digeheje 90 hezar kesî. Her carê jî ev êrîşa bêbexit li dîvarê berxwedana hesinî ya şervanên YPG'ê dikevin. Êrîşa wan ji bilî malxerabî û talan ji bo şêniyên bajar tiştêkî din bi xwe re neyine.  

PYD jî ji ber ku siyaseta neteweperestî derbas kirye û bi zihniyteka gerdûnî nêzî gelên bajêrî dibe ji Erab, Xirstiyan û hwd. mînakeke paqij û dilsoze û rêveberên wan jî ji ber ku komunwarî nêzî gelan dibin, bune navendêke balkêş ji bo gelên herêmê. Ew niha di nav refên YPG'ê de ne u bi hevre bajêrê diparêzin.
Şerê vê carê li Serêkaniyê zêdetirî hefteyeke dewam dike. Raste şehîd hemû bi ala PYD hatin pêçandin û tek û tuk ji partiyên din tevlî vê bereya şer bûn ku heya niha 4 partî ne lê girînge ku di aliyê siyasî da dijberên jî PYD vî şerî mîna şerê xwedî derketina li şeref û kerameta netewî û malên xelê dibînin . Raste ew di cihên germ û nerm ên li başûrê Kurdistanê daxuyanên agirîn didin. Lê eger daxuyanên di xizmeta gelê Kurd de bidin û xençer li pişt nedin, wê demê hêjayî destxoşiye. PYD ji dema 10 Kursiyên Endamên Desteya Bilind a Kurd ligel van partiyên çayxaneyên Hewlêr u Silêmanî û Entabê parve kir , razîbû ku xwe bike qurban ji bo destkeftên gel, lê bi şertêk ku yekêtî were parastin. Ew meqam û postên ji wan re hate dayîn li dij gelê Kurd bikar neynin.
Şerê Serêkaniyê şerê belavkirna şerefa ser siyasiyên rojawayê Kurdistanê ye. Yên dixwazin di vê şerefê de para wan hebê, divê di eniya gel da bin. Ev şeref para van şehîdane ku her roj bi merasîmên giresyî û bi tilîliyan tên li Qamişlo , Kobanî û Amudê tên bi axkirin.


ALÎ MAHMÛD