Rêya Kastêlo 4 kîlometreyan li bakurê taxa Şêx Meqsûd e. Her wiha 2 kîlometreyan jî li bakur-rojavayê Seken Şebabî ye.
Rêya Kastêlo gundewarên Helebê yên di bin kontrola çeteyan de bi taxên rojhilatê Helebê ve girêdide, yên weke Biêdîn, Hilûk, Bustan Başa, Şêx Xidir û Mesakin Henano û her weha bi hin taxên di destê çeteyan de jî. Ev rêya tekane ye ku di destê çeteyan de maye. Yanî ev rê ji bo çeteyan weke rêya nefesgirtinê ye.
Riya Kastêlo ji sala 2013’an ve di destê komên çete de ye. Ambargoya li ser taxa Şêx Meqsûd bi rêya Kastêlo pêk tê. Çete ji aliyê bakur û rojava ve êrîşê taxa Şêx Meqsûd dikin. Her wiha di vê rêyê re alîkariya lojîstîk û cebilxane digihêje çeteyên li Seken Şebabî, Benî Zêd û Eşrefiyê. Ev rê di rastiyê de di bin destê komên çete yên weke Ehrar El-Şam û El-Nusra de ye.
Di aliyên bakur û rojhilatê taxê re jî cebilxane digihêje deverên weke Beno, Çerxeriya Cendûl, Çerxerêya Biêdîn, Hilûk, Bûstan Başa, El-Heyderiye û Mesakin Henano. Cebilxaneya ku ji deriyê Bab El-Hewa û Idlibê dighêje çeteyên li Heleb û gundewarên wê jî, di vê riyê re derbas dibe. Yê ku vê rêyê bidest bixe, di heman demê de herêma pîşesaziyê ya Helebê jî bidest xistiye.