Li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê ji bo operasyon bên rawestandin û ji bo şehîdgehên “Şehîd Cûma û Şehîd Binevş“ neyên xirakirin çalakiya mertalên zindî ku di 21’ê Îlonê de hat destpêkirin berdewam dike. Şehîdgehên ku 2 saet ji navenda bajêr dûr e welatî ji bo nobedê bigirin, ji Hezex, Qileban, Silopî navenda Şirnexê tên wê derê.
Di çalakiya ku ji her temenî welatî tevli dibin de bêguman herî zêde çalakvanên ku temenê wan di navbera 70’ê û 80’ê salî de balê dikêşînin ser xwe. Welatiyên ku piraniya wan li gundên nêzî derdora şehîdgehê dijîn û gundên wan ku ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin in.
Welatiyê bi navê Evdêyê Gozel ku temenê wî 56 saliye û li vê derê bi stran û govendên xwe bûye çavkaniya moralê da zanîn ku ji kîjan kavîmî dibe bila bibe divê li hemberî miriyan rêzdarî bê nîşandan û wiha got: “Li dijî êrîşên ku dibe pêk bê jî em ê nobeda xwe berdewam bikin. Divê hemû welatî li nirxên xwe xwedî derbikeve.”
NÛRÎ AKMAN/DÎHA/ŞIRNEX