Berdevkê Fermî yê Burkan El-Firatê Şervan Derwîş diyar kir ku êrîşên li dijî taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê nakeve xizmeta şoreşa Sûriyeyê û got: “Topbarankirina Şêxmeqsûd ku weke cihê aramiya koçberan tê nasîn, nayê qebûlkirin û ti carî nakeve xizmeta şoreşa Sûriyeyê.”

Hin komên çete bi serkêşiya çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ev nêzî 2 hefteyan e, didomînin. Derbarê vê mijarê de Berdevkê Fermî yê Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firatê Şervan Derwîş di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re nêrînên xwe anîn ziman.


Komên çete xema aramiya welatiyan naxwin

Derwîş diyar kir ku dewamkirina dorpêça taxa Şêxmeqsûdê ku wekî taxa herî aram û cihê koçberan tê naskirin, ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra û hin komikên girêdayî wê ve bû sedema mirina bi dehan welatiyên sivîl. Derwêş got:” Ev kiriyarên van çeteyan ti carî nayê qebûlkirin û ev kirinên behsa wan kirî têkçûna wan nîşan didin. Evan komên çete ti carî xema aramiya welatiyan naxwin û tenê ji bo pêkanîna berjewendiyên hêzên derve tevdigerin.”


Çete di xizmeta hêzên derve de ne

Derwîş di axaftina xwe de got: “Ev hincetên bê bingeh ên çeteyan, ji bilî xizmeta rêjîma Baasê, dijminên gelê Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ’ê nakeve xizmeta ti kesî. Ev êrîşên çeteyan di çarçoveya ajandeyên hêzên dijminahiya şoreşa Sûriyeyê dikin, tên meşandin. Armanca van êrîşan ew e ku di navbera pêkhateyên taxê de tevliheviyê derbixin. Ev hewldanên derxistina tevliheviyê jî di sloganên hin alîgirên çeteyan li hin deverên Helebê de, berçav bû.”


YPG xelkê diparêze

Derwîş derbarê êrîşên çeteyan û geşedanan de axaftina xwe wiha domand: “Êrîşên çeteyan û derxistina daxuyaniyên xiyanetkirinê û belavkirina derewan; em van bi xemgînî dişopînin. Li aliyê din hêzên YPG’ê bi daxuyaniyekê helwesta xwe derbarê xwedîderketina li nirx û rêgezên şoreşa Sûriyeyê û piştgiriya bi Artêşa Azad re dubare kir.” Şervan Derwîş got,  hêzên YPG’ê welatiyan diparêze û amadeye ku tohmetên li dijî wê ji aliyê komîteyeke bêalî ve werin lêkolîn, lê çeteyên Cebhet El-Nusra û Odeya Çalakiyan a Fetih Helebê li gorî hevpeymanê tevnagerin.


Çete û terorîst hewl didin jiyana hevbeş têk bibin

Derwîş got, ji bo ku armancên şoreşa Sûriyeyê pêk werin û Sûriyeke azad, demokratîk û piralî bê avakirin, divê mirov bi komployên li dijî gel nexapin û yekîtiya xwe ava bikin. Berdevkê Fermî yê Burkan El-Firat Şervan Derwîş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibêjin ku ev kiryarên komên çete li dijî Şêxmeqsûd ti carî nakevin xizmeta şoreşa Sûriyeyê. Di heman dema ku em ji bo yekîtî û hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê têdikoşin, hin aliyên çete û terorîst hewl didin jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de têk bibin.”


HÊVÎDAR XALİD/ANHA/KOBANÊ




Girêdayî îstîxbarata Tirk in


Fermandariya YPG’ê ya Helebê diyar kir ku peymana sekinandina şer a bi Eniya Şamê re, bi destê komên bi El Nûsra re tevdigerin hatiye xerakirin.

Têkildarî mijarê, Fermandariya YPG’ê ya Helebê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên şoreşger ên di nava artêşa Azad de hat kirin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin û sînorekî texin navbera xwe û çeteyên El-Nûsra û hevalbendên wê.

Daxuyaniya Fermandariya YPG’ê ya Şêxmeqsûd a Helebê bi vî rengî ye: “Em îro (doh) bi armanca çareserkirina aloziya di navbera hêzên YPG’ê û hin komên çekdar bi birayên xwe yên Cehbet El-Şamiye re civiyan. Me li ser hin xalan li hev kir, ji xalên sereke yên me li ser li hev kirî saet di 06.00’an agirbest ket meriyetê, lê komên çete yên El-Nûsra, Ehrar El-Şam û koma Sûltan Mûrad agirbest binpê kirin û piştî 10 deqeyan ji agirbestê dest bi topbarana taxê kirin. Topbaran bi awayekî bê ser û ber ji 4 aliyan ve pêk dihat. Ji aliyê  Mesakin Kestêlo, Kargehên Şeqîf, Çerxeriya Cendûl û Eyîn El-Tîn top dihatin taxa Şêxmeqsûd.”


Agirbest dîsa binpê kirin

Her wiha YPG’ê da xuyakirin ku armanca wan çareseriya aştiyane ye û wiha pê de çû: “Lê komên din û El-Nûsra, Ehrar El-Şam û Sûltan Mûrad ên girêdayî  istxbaratên Tirkiyê agirbest binpê kirin. Em ji biryarên xwe yên tabûrên leşkerî yên Helebê re careke din tekez dikin ku em ti mirovên sivîl hedef nagirin. Cebhet El-Nûsra li ser rêya Avahiya Polîsan sivîlan hedef digire, wan li ser rêya Kastêlo bi qernasan sivîl hedef girtin, her wiha tevliheviyê di navbera YPG’ê û tabûrên din ên Artêşa Azad de derdixînin.”

Fermandariya YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû komên çekdar ên Artêşa Sûrî ya Azad kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û sînorekî ji kiryarên El-Nûsra û alîgirên wan re deynin. 


 HELEB