Rêveberê Kompanyaya Nefta Bakur, Ferîd Cebar bi biryarekê hewl da peykerê çar şûr ên berê ji aliyê rêveberên Kerkûkê ve hatibûn rakirin ku sembolên rejîma Baesê ye, ji nû ve deyne.
Biryara Şirkete Neftê ya Bakur rastî nerazîbûnên tund ên pêkhateyên herêmê hatin. Li ser vê yekê ji aliyê rêveber, Kurd û hêzên dijî terorê ya Iraqê ve nehate pejirandin û destûra vê yekê nehate dayîn.
Kurd vê yekê qebûl nakin
Li ser heman mijarê Edamên Encûmana Nûneran a Iraqê û Parlemeterê YNK’ê yê Parlemetoya Iraqê Rêbwar Teha axivî û ev agahî da: “Îro Rêveberê Kompanyaya Nefta Bakur Ferîd Cebar hewl da ku ew sembolên rejîma Baes a şoven ji nû ve bên danîn. Têkildarî mijarê me peywendî li gel aliyên berpirs daniye û li dijî vê helwêsta me Kurdan diyar e, ev yek bi ti awayî nayê pejirandin. Rê nehate dayîn ku ev peyker ji nû ve bê danîn.”