Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, "qedexeya deketina derve" ya cara pêncemîn hat îlan kirin, di roja 3´yan de ye. Êrîşên hêzên dewletê yên pêr ji nû ve destpê kirî, doh dewam kirin. Li taxên Firat, Abdulkadîrrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê jî êrîşên polîsan didomin. Bi taybetî li ser kolana Çaxçaxê ku her 4 taxan digihîne hev, êrîş giran bûne. Gulebarana ji wesayîtên zirxî yên tîpa kobra ku di bi şevê destpê kir, heta sibehê dewam kir. Polîs, bi taybetî di êrîşan de trafoyên elektîrê hedef digirin.

Danê sibê li kolana Kanal a taxa Firatê, ciwanek bû hedefa tîmên taybet. Ciwanê ku navê wî nehat zanîn, ji wesayîta zirxî hate gulebarankirin û ji zikê xwe bi giranî birîndar bû. Polîsan destûr nedan ku ambûlans were cihê bûyerê û welatiyan ciwanê birîndar di nav betaniyê de gihandin ambûlansê. 


Wesaîteke çeteyên AKP´ê hat rûxandin

  Li navçeyê, pêr êvarê li ser Riya Armûşê ya navbera Taxa Yolbîlen û Kertiwênê, di dema derbasbûna wesayîta zirîhpoş ya leşkerî de teqînek pêk hat. Di encama teqînê de wesayîta zirhî firiya rexê rê. Artêşa Tirk îdîa kir ku 6 esker di wesayîtê de birîndar bûne û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Li gorî agahiyên herêmî rewşa hin eskerên rakirin nexweşxaneyê giran e.

Li derdora otogara kevn a taxa Firatê jî teqîneke dijwar pêk hat. Piştî teqînê, hejmarek zêde wesayîtên zirxî û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.


Hem li mirovan û hem li heywanan tên xezebê

Li aliyê din Emîne Kayran a ku ji bo saxkirina çêlekên xwe daket hewşa mala xwe, bi guleya polîsên Tirk birîndar bû. Li kolana Yavûz Selîm a Taxa Yenîşehîrê, jina bi navê Emîne Kayran, ji bo çêlekên xwe sax bike derket hewşa mala xwe. Lê belê hingê polîsên Tirk ji wesayîta zirxî ya li serê kolanê gule berdan wê û yek ji guleyan li qorika Kayran ket. Xizmên Kayran ew xistin hundirê malê û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.


Teber jiyana xwe ji dest da

Li navçeya pêr polîs û tîmên tevgera taybet ên Tirk di êrîşan de li taxa Dîcleyê, Cûdî Teber bi giranî birîndar kiribûn. Teber ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeyê, hêzên dewletê beriya niha jina bi navê Selamet Yeşîlmen (44) a ducanî qetil kiribûn û jina bi navê Rebîa Bagtûr (35) bi giranî birîndar kiribûn. 


'Bila gel guh nede qedexeyan'

Saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî li Nisêbînê doh berêvarkî qedexeya derketina kolanan û êrîşên polîsan protesto kir. Aktîvîstên KJA'yê, rêxistinên navçe û bajêr ên HDP û DBP'ê, MEYA-DER, KESK, TTB, Genel-Îş, SEYÎT-DER, XELEK-DER jî di nav de nûnerên bi dehan saziyan li Navenda Çand û Hunerê ya Mîtanî kom bûn û li vir daxuyaniya çapemeniyê dan. 

Li ser navê saziyan, Endamê Komîsyona Rêxistinkirinê ya Şaxa Nisêbîn a Egîtîm-Senê Kadrî Baysal, diyar kir ku bi qedexeyan, şêniyên navçeyê hatine hepskirin. Baysal got, qedexe û êrîş aramiya gel xirab dikin û got: "Em wekî saziyên civaka sivîl ên navçeyê, bang dikin ku konsepta êrîşê ku valakirina bajêr armanca wê ye, yekser were dawîkirin û muzakere car din destpê bikin. 

Pişt re li ser navê aktîvîstên KJA'yê Hevseroka Bajêr a DBP'a Mêrdînê Perîhan Agaoglu axivî û bang li gel kir ku guh nede qedexeyan û li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî kom bibe.

Di dema daxuyaniyê de, li derdorê gelek wesayîtên zirîhpoş ên polîsan hatin bicihkirin û girseyê gelek caran dirûşmeya "Bijî berxwedana Nisêbînê" got. Piştî daxuyaniyê, endamên KJA'yê heya ber avahiya navçeyê ya DBP'ê meşiyan.


 MÊRDÎN