Bi hezaran Nisêbînî cenazeyê gerîlayê YPG'ê Ferît Dundar, ê di şerê çeteyên El Kaîde û El Nusra de jiyana xwe ji dest da, li gel astengiyên polîs û rayedarên dewletê, li ser milê xwe kirin û di li goristana Hacilara a Nisêbînê defin kirin. Di merasima cenaze de Parlamenter, şaredar, rêveberên BDP'ê, rêveberên MEYA-DER, TUHAD-DER, Dayiken Aştiyê aktîvîstên DOKH'ê amade bûn. Bi hezaran welatiyên Nisêbînê cenazeyê YPG'ê piştî wecîbeyên olî yê cenazeyê Dundar pêk anîn, darbesta cenaze danîn ser milê xwe û astengiyên polîsan ji holê rakirin. Welatiyên ku meşiyan ser goristanê gelek astengiyên li pêş xwe rakirin. Girse ewil meşiya Kolana 27 Mayisê û ji vir jî piştî barîkata polîsan derbasî Kolana Kişlayê bû. Girsê li vir cenaze neda Dozgerê Komarê û daxwaza Dozger a girtekê red kirin. Her çend dozger xwest ji bo rapora otopsiyê cenaze bişînin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê jî girsê dirûşmên têde  PKK, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, û YPG'ê de qêriyan û meşiyan.


Provokasyona hêzên dewletê

Welatiyan bi sekna xwe ya israr cenaze neda polîsan û li gel astengiyên TOMA, maşîneyên zirxî dîsa meşiyan ser sînor. Polîsan di çalakiyê de welatiyekî bi navê Cumhur Ustuner bi kontara çekê birîndar kir. Di çalakiyê de parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora piştî bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir, Wezaretê xwest cenaze li Nisêbînê bê definkirin. Li ser vê yekê girsê darbesta Dundar danî ser milê xwe û bi dirûşmên "YPG tolhildan" "Şehîd namirin", "Ocalan", "Bijî serok Apo", "Başûr, Bakur, Rojhilat Apo serokê welat", "Disa disa serhildan serokê me Ocalan", "Her Kurd gerîlla ji dayik dibin" qêriyan. Girsê di meşê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPG'î Dundar rakirin û ala konfederalizmê û YPG'ê bilind kirin. Girsê darbest danî ser milê xwe û ber bi Goristana Hacilarê ve meşiyan.
Girsê di merasima cenaze de rêz girtin û sirûda Çerxa Şoreşê xwendin. Piştî merasima definkirinê Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, anî ziman ku têkoşîna Rojava a demokrasiyê ji bo azadiya pêşeroja gelê rojava ye û şehîdên wan ji bo azadiya gelê xwe tiştê xwe yê herî bi qîmet canê xwe feda kirine.
Bavê Dundar Naif Dundar ji anî ziman ku êdî dema gotinê qediya ye û dem dema têkoşînê ye. Pişti axaftinan, bi hezaran kesan dirûşma "Şehîd namirin" gotin û belav bûn.

MÊRDÎN