
Dibe ku dema mirov bibêje nîsk, vedîtineke arkeolojîk a spektakuler be, lê belê li Başûrê Kurdistanê li devera Gurka Çiya ew kilîta fêmkirina veguherîna civakî ne. Ango bi wan em dibînin çawa civakeke egalitaryan veguheriya yeke çînî ku lê milkiyet heye.
Mary Shepperson ku di tîma lêkolîna li deverêd e bû, di çarçoveya projeya British Museum a parastina şûnwaran û perwerdekirina arkeolog û parazvanên şûnwaran de çûbû Başûrê Kurdistanê, û ew ji zanîngeha University College a Londonê ye. Wê doh ji bo rojnameya mezin a Brîtanî The Guardian re behsa kolanên arkeolojîk ên li Gurka Çiya ku nêzî Qeletga Derbedê ye. Ev projeya kolana li Gurka Çiya karê University College London (UCL) û University College London Qatar (UCLQ), bi hevkariya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Birêvebeirya Şûnwaran a Silêmaniyê re bi rê ve diçe. Hev-rêveberên projeyê jî Prof. David Wengrow (UCL) û Prof. Robert Carter (UCLQ).

Shepperson heyfa xwe bi wê tîne ku ji ber “krîza” referandûmê ew neçar maye di encama mueyîdeyên Bexdayê de zû dev ji karê xwe berde, lê dîsa jî ew gihiştine encamên girîng. Shepperson dibîje, piştî 5 serdemên kolanê û 6 salan, êdî tenê hefteyek ji wan re diviya ku karê xwe temam bikin. Li Gurka Çiya peykerên mezin nehatine dîtin, yan jî amûrên ji zêr û zêv û dîrokeke wê ya navdar nîne; ya rastî li wir peykerekî ji gêçê yê nêhriyekî hatiye dîtin û têra xwe harîqulade ye, tişta ku vî cihê bi rastî dike taybet, nîsk e. Shepperson dibêje, “serpêhatiyeke wê ya girîng a arkeolojîk heye li ser wê yekê ka mirovan çawa dest pê kir, civakê ji nû ve birêxistin bikin, veguherînin awayên tevlîhevtir û li çînan dabeşkirî. Û wekî din lê nîsk hene; bi lodan lê nîsk heye.“

Ji serdema berbanga avakirina bajaran
Ew tebeqeya ku Shepperson û tîma wê dikola teqrîben ê sala 4400´î beriya mîladê ye ku bi testa karbonê ya bermahiyan hatiye piştrastkirin. Ev jî rastî wê serdemê tê ku jê re serdema Ubeyd tê gotin û ji teqrîben ji sala 5300´î beriya mîladê heta bi sala 4300 beriya mîladê dewam dike. Ha ev serdem ji bo veguherîna civakî diyarker xuya ye. Di vê veguherîna civakî de bajarên destpêkê jî didin der, ya rastî hîmê wan bajaran tê danîn da ku êdî bên avakirin.
Di serdema Ubeyd de mirovan dest pê kir çandiniya xwe zêdetir kir û tevahiya salê ev kar kir. Pê re jî cihên şên ên mezintir û daîmî ji bo mana xwe avakirin. Di serdema beriya vê de ku jê re serdema çanda Xelef tê gotin, li ber destê me deverên şên hene ku îşaret pê dikin civak wekhevîparêz ango egalîtaryan in. Çavkaniyên di destê xwe de bi komunalî bi kar tînin, milkiyeteke taybet jî ne darî çav e. Di demên dawî yên serdema Ubeyd de bi xwe ya em dibînin, rikberiyeke her diçe zêde dibe ya civakî ye. Pê re jî li çînan dabeşbûna civak xwe dide der. Hilberîna aborî tê arizîkirin û raye û desthilata dîn û ya siyasî dinyewî jî wiha xuya dike ku hatiye navendîkirin.

Şidet û zorê newekhevî û bajar afirandin
Hevrêveberê projeyê Professor Robert Carter mijarê wiha rave dike: “Lawazbûna îdeolojiyeke xurt a komunal a li dora hilberîna xwardemeniyan û di kewaran de mihafezekirina wan hatiye hûnandin potensiyala ku malbatên raser û domînant bidin der, yan bi rêya serketinên daîmî û misêwa yên her diçe mezintir ên li pey hev û yan jî bi rêya şidetê yan şert û mercên newekhev ên bihevguherînê. Vê jî li aliyê xwe şert û mercên pêş ên pisporbûn û newekheviya civakî afirandin ku jiyana bajarî li Mezopotamyayê li ser wan hatiye avakirin.”
Di vê serdema Ubeyd de mîmarî jî guheriye ji avahiyên nîv-daîmî veguheriye ên daîmî ango formên berê bi pirranî xelekî bûn, veguherîn xaniyên çargoşe yên ku di wan de malbatên bi kêra xwe dihatin, diman. . Xaniyê ji sê beşan nîşana vê serdema bêhtir bajarî ye: avahiyeke ku holeke wê ya çargoşe ya nisbî fereh heye, ew jî du odeyên din ên piçûktir ji hev vediqetîne. Shepperson û tîma wê li Gurga Çiya ha xaniyekî wisa bi kolanke arkeolojîk derxistine meydanê. Xanî li aliyê başûr ê vê devera şên e. Dîwarên wê ji kerpîçê ne. Xezîneya arkeolojîk a di vî xaniyî de ji bo Shepperson ew e ku li nîvê rojhilat ê xênî ji hedê xwe zêdetir nîskên karbonîzebûyî hene.
Arkeobotanîst ji nîskan off bûye
Wiha xuya dike ku nîsk ji hola ketina xênî belav bûne. 30 santîmên jêr ên odeyê reş e ji nîskên karbonîzebûyî. Ji wir nîsk li odeyên din û ji wan û wêde jî belav bûne. Muhtemelen piştî ku avahî bi cih hatiye hiştin. Vê jî kiriye ku nîsk li herderî weke nuqteyên reş xuya bike. Tevahiya cêran jî tijî ne bi nîskan. Shepperson û hevalê wê yê kar ê bi navê Ben, hinek ji wan nîskan xwarin, li gorî wê “tama wan bi pirranî weke xwelî û axê bû, eynî weke nîskên modern.”
Shepperson dibêje, ji bo mîmariyê nîsk girîng jî bin, ya herî girîng ew e ku nîsk ji me re dibêjin, ka di hezarsala 5´an beriya mîladê de çawa bû: “Ne lazim e ez bibêjim, arkeobotanîsta me Lara gelekî ji nîskan aciz bûye, off bûye, nîsk ji sedî 90´ê materyalên me yên botanîk pêk tîne. Yên mayî jî bi pirranî genimê bê xêr, ceh, şilêl û baçîk e.

Bi her halî li ti cihê din bi vê miqdarê nîsk nehatiye peydekirin. Li deverên din bermahiyên botanîk bi pirranî genim û ceh e ku çandina wan jî hêsantir e. Sedemeke sereke muhtemel e ku ew be ku proteîna nebatî ya nîskan ji dexlê din bêhtir e. Dibe ku çandniya zêde ya nîskê kiribe ku dexlên din kêm bêne çandin û kêm bên xwarin jî.
Kewar ketin nav malan
Ev yek nîşanên serdema Ubeyd e ku êdî kewar dikevin nav malan, dibin milkê arizî û êdî ne komunal in. Ew dexleke bi qîmet e ku ne yê tevahiya civaka li wê derê ye; lê di civakên serdema beriya Ubeydê de ew ê yê tevihiya civakê bûya di serdemên wekhevîparêztir de. Nîskên li Gurka Çiya nîşana berhevkirina milkê arizî ye di serdemekê de ku çerxên sereke yên newekheviya civakî didin der.
Mary Shepperson tîne bîra xwe ku li Gurka Çiya îro jî şorbe-nîsk her roj tê xwarin, û ev xwarin dema li wir bûne dane wan jî, lê ew bi xwe gelekî hez ji şorbe-nîskê nake.
NAVENDA NÛÇEYAN
Dîrokçeyeke nîskê
Nîsk ji dexlê kevintirîn e ku hatiye çandin. Ew beşek ji wê paketa çandiniyê ya serdema neolîtîk e: nûkerî û vedîtinên elaqedarî çandiniya dexl û îstîfadekirina ji heywanan ku destûra avakirina cihên şên ên daîmê da û kir civak ji berhevkarî û nêçîrvaniyê berê xwe bide çandniyê. Pirraniya van nûkeriyan koka wan ne dûrî
Gurka Çiya ye, li Başûr û Bakurê Kurdistanê vê yekê dest pê kiriye. Analîzên DNA´yê nîşan dan ku nîska çandî herî zêde nêzîkî wê nîska berî ye ku navê wê yê zanistî “Lens culinaris ssp. orientalis” e ku ji vê herêmê bi xwe ye.
Cihê ku em rasta nîska herî kevin hatî çandin tên jî nêzîkiî vir e li Tepe Sebza li Rojhilatê Kurdistanê, em rasta nîşanên çandiniya nîskan tên, li vir di navbera 5500 - 4500´î beriya mîladê nîsk hatiye çandin. Ango hezar salî ji nîska li Gurga Çiya kevintir e.