Destpêkirin ji bo her kar û xebatekê grîng e, û gelek caran şêwazê destpêkirinê bi xwe re çîrokekê jî tîne. Ya girîng ew e ku mirov karibe vê çîrokê bibîne û her wiha karibe li gorî vê çîrokê karê xwe ango destpêka xwe bihûne. Nivîsa min a yekem jî li gorî xwe xwedî çîrokekê ye û dixwazim di vê nivîsa xwe ya yekem de, weke slavdayînekê hinekî behsa hûnandina vê çîrokê bikim.

Di vê quncikê de ku ji bo xwe weke stargeheke vekirî dibînim, ez ê hewil bidim der barê gelek mijaran de disîplîna ramanên xwe parve bikim. Lê mebesta min wê zêdetir parvekirina rojeva Başûrê Kurdistanê be. Çima Başûr, ji ber ku bi rastî jî em Kurdistanî ku di nav sînoran de eciqîne, ji rojevên hev hinekî dûr in. Weke li piştî xumamekê be, em deng û rewşa hev dibihîsin, dihizirin. Di nav vê rastiyê de bi taybetî jî rojeva jinê, hêvî û pirsgirêkên wê.

Dema ku biryara nivisandinê bi awayekî dilxweş hate parvekirin, em bi çend hevrêyên xwe re li Başûrê Kurdistan li navçeya Raperîn bûn. Dibe ku weke nav, navê Raperîn ji hêla xwendekaran ve zêde neyê zanîn lê heke bêjim Ranya, ez bawerim wê baştir bê zanîn. Belê niha li Herêma Başûrê Kurdîstanê navê Ranya weke Raperîn tê qebûlkirin ku ev jî xwedî wateyekê ye ku ev wate çavkaniya xwe ji dîrokê digre. Çawa?

5ê Adara sala 1991´ê li dijî rejîma BAAS´ê li navçeya Ranya raperînek ango serhildaneke mezin a gel dest pê kir. Ev raperîna li Ranya weke agirê hêvî û berxwedanê li tevahiya Başûrê welêt belav bû û di encamê de, bi guncavbûna şert û mercên siyasî ve jî statuyek hêja bi dest ket. Di pêvajoya raperîna Ranya de ku bi hêza azadîxwaziya gel pêk hat, niha jî lehengiyên takekesan tên ser ziman ku jin jî di navenda van serpêhatiyan de cihê xwe digrin. Niha jî behsa Pure Fatim (Pur di wateya xaltîk an jî metikê de tê bikaranîn) dikin bê çawa darek girtiye destê xwe û êriş biriye ser debabe ango tankên rejîmê. Helbet divê bê gotin ku çîrokên jinan ên di vê pêvajoya nêz de mixabin baş nehatiye tomarkirin. Tenê dema behsek tê kirin, ew kesên ku ji wê demê mane qala rola jinan a di raperînê de dikin. Çawa ku di gelek nimûneyên din de jî tê dîtin, jin piştî serkeftinan jî, nav û cihê ku heq dikin peyda nakin. Ji cihê ku heq dikin bêpar mane.

Erê, di ser vê raperîna dîrokî re 28 sal derbas bûn. Guhertinên bingehîn qewimîn. Weke nav jî, navê navçeya serhildanê, ji bo yadkirina wê werçerxa dîrokî bû Raperîn. Herêma Raperîn ku li kêleka Qendîla serberz e, û bi rêzeçiyayê Kêwereş ve (Kêw-çiya) hatiye parastin her dem ew taybetmendiya xwe ya serhildêr parastiye.

Helbet dema ku em li Raperîn bûn, bi taybetî ji bo me ev pirs gelekî grîng bû. Gelo Raperîna serkeftî ya li dijî rejîma serdest, di nav civakê de çi guhertin bi xwe re anî bû? Bi taybetî ji bo jinan çi raperîn pêk hatibûn? Bi vê ve girêdayî armanca çûyîna me ya navçeya Ranyayê festîvalek bû ku îsal a şeşemîn dihate lidarxistin. Festîvala çandên cuda. Li asîmanên Ranyayê deng û rengên çandên cuda yên mîna Meksîkî, Hindî, Farisî, Erebî û hwd. tecrûbeyeke cuda bû. Ku hinek ji wan kesên di komên muzîkê de cihê xwe digirtin heta wê rojê navê Ranyayê qet nebîhistibûn.

Bi dîtina min van hemûyan, bi xwe re çîrokek dihûnandin. Heke zêdetir hewil bidim ku rojev û rewşa Başûrê Kurdistanê bi we xwendevanan re parve bikim, cihê herî baş, cihê destpêka şoreşê ye. Serçave ango çavkanî di dewra kilîlê de ye.

Baş e, nexwe weke çavdêrî dikarim çi bêjim? Festîvala ku sê roj û şev berdewam kir, di nav civakê de xweş hate pêşwazîkirin. Bernameyên rengîn ku ji folklora gelan û bi muzîkê dagirtî bû, pêwistiya me ya bihevrejiyanê, bi awayekî nazenîn nîşan da. Girseya temaşevanan ji her temenî bû ku jinên ji Ranya û derdora wê jî bi kincên xwe yên kurdewarî, çanda xwe ya resen bi awayekî xwezayî nîşan dan. Bi muzîk û reqsa gelerî ya gelan ahenga derkete holê, aştiya ku pêwîstiya me pê heye ji bo demekê be jî rûgeşiyek derxist holê. Ev ne tiştekî hindik e. Ev aliyê erêni ye û divê zêdetir bê teşwîqkirin.

Baş e, raperîna civakî ango raperîn ji bo jinan çi bi xwe re anî, çi guhertin çêkirin? Ji bo bersivdayîna pirsên bi vî awayî, meydana  bajêr bersivên gelekî zelal li ber çavan radixe. Ev yek ne tenê ji bo Ranyayê, ji bo her deverekê meydanên niştîcehan di hindirê xwe de ayîneyeke gelekî baş e. Meydana Ranyayê jî bi dîtineke giştî, bi taybetî ji bo jinan rewşê nîşan dida. Mixabin meydana navçeya Ranyayê, meydaneke mêrane ye. Qadeke ku bi awayekî rehet jin nikare lê bimîne, bi dilê xwe lê rûnê û wê meydanê bi kar bîne. Zilamsalarî ku her devera lê dimîne dike qada xwe ya taybet, helbet wê qadê li jinê teng bike. Di vê mijarê de bêzarî, gilî û gazincên jinan, mixabin têra guhertineke bingehîn nake. Bi civata festîvalê jinên ku karên xwe yên dest pêşkêş dikirin, tenê di wan sê rojan de meydan bi awayekî azadane bikar anîn. Lê piştî wan sê rojan, mixabin şik û guman weke rastiyeke veşarî xwe nîşan dida.

Raperîna civakî, bi taybetî jî ji bo jinan raperîn heqîqeteke cuda ye. Qebûlkirina çand û hunerên cuda, di vê serdema me de, bi taybetî di nav enformasyona ku em tê de ne, hêsantir e. Çav û guhên me û her wiha meraqa me bi xêra vê enformasyona dijwar li her deverê ye. Lê guhertina civakî, guhertina rol û qalibên regezan, xwe ava kirin, bi kurtasî raperîna civakî, kesayetî û regezî ewqas hêsan nîne. Dem û têkoşîn pêwîst e. Derketina meydanan pêwîst e. Û divê ji vê raperînê re jî jina serhildêr ya Ranya pêşengtî bike.

Belê xwendekara/ê xoşewîst, bi zimanekî netêrker ev bû çîroka nivîsa min a yekem...   

Qewet be.