Yaqob Tilermenî: Bi kurdî gotinek xweş heye; ´Her kes mîmarê dîwarê xwe ye.´ Ev dîwar ango xebatên giştî jî dîwarê me Kurdan e. Ez bi vî awayî xizmeta neteweya xwe dikim.
FIRAZ BARAN / LOZAN
Îsal di dema meşa dirêj de min nivîskarek nas kir: Yaqob Tilermenî. Yaqob li beşa Lozanê bi me re meşiya. Heman şevê mevandariya meşvanan jî kir. Hunermend Mihemed Hezexî, folklorîst Yilmaz Beyazgul û ez li mala Yaqob razan.
Wî çardeh pirtûk nivîsandine. Ji wan pênc çîrok, pênc roman, yek lêkolîn, yek şano û dû heb jî pirtûkên zarokan in. Di nav pirtûkên çîrokan de jî bi giştî herî kem pencî çîrok hene.
Yaqob Tilermenî gotinên tozgirtî û êdî li ber jibîrkirinê ne, bi kar tîne û ji xwe di navê kitêban de jî ev nav hene: Kitim, Qerebafon (ji bo Gramofonê) û Bermeqlûb. Nivîskar li ser gotina bermeqlûbê xarinek a Nisêbînê mînak dide:
“Li Nisêbînê navê xwarinekê jî bermeqlûb e. Li binê beroşê balîcanên qelandî têne rêzkirin. Goştê pijandî li ser tê danîn. Dû re jî riz pê tê dakirin û tê kelandin. Piştî kelandinê beroş berovajî li sênîkê tê valakirin. Jê re dibêjin, Bermeqlûb yan jî Meqlûba.”
Gundê Biloka
Yaqob Tilermenî, sala 1972´an li Qoserê ji dayîk bûye. Ew ji gundê Biloka ye. Biloka gundêkî dîrokî ye. Li kêleka gund gelek şikeft hene. Dîsa Kela Nemrûdê jî nêzîkê gund e. Ev gund gelek caran ji şervanên Kurd re bûye wek stargehekê. Gund di sala 1993-1994´an de ji hêla dewleta Tirk ve hatiye xirakirin û valakirin. Hingê dewlet dixwaze ku gundî bibin cerdevan. Lê gundî qebûl nakin û koçî Qoser, Mêrdîn, Amed, Manîsa/Turgutlu-Salihli, Stenbol û Konyayê dikin.
Gundê Biloka bi giştî 50 mal bûne û bi vî avayî gundî weke mirov kulmek nok li dîwarekî bixe, ji hev belav bûne. Piştî ku li bajaran bicîh bûn ciwanên gund xwendin û îro bi dehan doktor, mamoste, dermanfiroş, muhendîs û hemşîre ji gund derketine. Yaqob Tilermenî jî yek ji wan kesan e. Wî li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Fîzîkê li Amedê qedandiye, û bîst û du salan mamostetî kiriye. Ji ber ku ew Kurdekî welatparêz û nivîskarekî Kurd bû, ew Sibata 2017´an bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hat dûrxistin.
Ji Kercosê ber bi Biloka
Malbatên gundê Biloka beriya sed salî ji aliyê Kercosê hatine û li Biloka bi cîh bûne. Ew bi eslê xwe ji eşîra Aşîta ne. Kilama Hedoka Qaso û Hesenê Mala Mûsa çîrokeke evîndariyê ye ku li Biloka derbas bûye û Hedo ji eşira Aşîta ye. Ji ber Hedo û Hesen dil dane hev têne kuştin. Li ser wan kilam hatiye gotin. Yaqob Tîlermenî di pirtûka xwe ya yekemîn de ev çîrok nivîsandiye.
Sê romanên (Kitim, Qerebafon û Bavfileh) Tîlermenî bi sernavên ‘Sêbareya Mêrdînê’ hatine weşandin. Di cilda yekemîn de roman şûnwarên dîrokî yên Biloka, Qoser û Mêrdînê destnîşan dike. Di Qerebafonê de jî şikefteke binê çiyê ya Biloka heye. Yaqob Tîlermenî dibêje, “Îro her kes bi cihê wê şikeftê nizane. Devê wê girtiye. Lê demekê ew wek stargeha şervanan bû.”
Temayên Tîlermenî
Tîlermenî jiyana modern û mirovên îro dinivîsîne. Behtir li ser pirsgirêkên şexsî, derûnî, evînî û neteweyî disekine. Gernasên çîrok û romanên wî, ne tenê kesên xwedî derd in. Di heman demê de ew di nava lêgerînekê de ne jî. Ew ji bûyeran behtir, rewş û derûniya kesan dinivîsîne. Her nivîskar li gorî xwe rêbazekê diafirîne û dinivîse. Tilermenî li ser nivisandina roman û çîrokên xwe dibêje: “Roman û çirokan, ez ewilî di serê xwe de diqedînim. Bûyer, cîh, kesan û hwd. difikirim û diafirînim. Piştî wê dinivîsim ango xebata zimên dikim. Dema ku çîrok xelas dibe ez radikim û demekê wê ji bîr dikim. Pişt re dîsa lê dinêrim û kêmasiyan sererast dikim. Ya din jî, hin hevalên min hene ku xwendekar û nivîskarên jîr in. Ez pêşniyazên wan jî digirim. Ger pêşniyazên wan munasib bin, ez li gorî wê dîsa dixebitim û wisa diweşînim.”
Ji bo nivîskêr bîr û boçûn, û dîtinên duyem, şensek in. Ji ber ku nivîskar pirr caran 300-400 rûpelan dinivîse û dibe ku hin tiştan nebîne. Yeke din jî, Yaqob Tilermenî berî nivîsandina roman û çîrokên xwe pêşxebateke lêkolînî jî dike. Wek mînak; romana dawî ya Tilermenî, Hêlange ye. Bûyerên romanê li du bajaran diqewimin: Cizîr û Antakya. Tilermenî berî nivîsandinê diçe her du bajaran. Demekê li wan bajaran dimîne. Li her du bajaran bi têra xwe digere û cihê ku karakterên romanê jîndar dike, bi çavên xwe dibîne. Dîsa li ser her du bajaran gelek pirtûk û nivîsan jî dixwîne.
Sirgûn
Yaqob Tilermenî 14´ê Îlona 2018´an diçe Swîsreyê. Ew hevserê helbestkar Dîlber Hêma ye û bavê du zarokan e. Malbata wî jî Tîrmeha 2019´an çûye li Swîsreyê û li wir bi cih bûne. Niha li nêzî bajarê Lozanê dimînin.
Tilermenî ne xerîbê penaberiyê ye. Di sala 94´an de dewleta Tirk a dagirker gundê wan xira kir, di 2002´an de jî ji ber ku ew mamosteyekî welatparêz û nivîskarê Kurdî ye, ew sirgûn kirin û sê salan li bajarê Yozgatê ma.
Ew wek Kurdistanê, li welatê Swîsreyê jî di nava gel de ye. Tevlî meş û mitingên Kurdistaniyan dibe û li cihên cuda semîneran li dar dixe. Tîlermenî di dawiya axaftina me de dibêje: “Bi kurdî gotinek xweş heye; ´Her kes mîmarê dîwarê xwe ye.´ Ev dîwar ango xebatên giştî jî dîwarê me Kurdan e. Ez bi vî awayî xizmeta neteweya xwe dikim.”
Berhemên Yaqob Tilermenî
* Berhemên Yaqob Tilermenî ev in:
- Êşbazî: Çîrok, 2002
- Bermeqlûb: Çîrok, 2003
- Ferhenga Sirgûnê: Çîrok, 2004
- Kitim: Roman, 2005
- Qerebafon: Roman, 2009
- Bavfileh: Roman, 2009
- Kermêşa Gerok: Çîroka Zarokan, 2011
- Kulîlkên Apê Mûsa: Şanoya Zarokan a Muzîkal, 2011
- Danişîna Zimanekî: Şanoname, 2012
- Sergotina Calvino: Roman, 2013
- Metamorfoz: Çîrok, 2013
- Lemişta Çîrokên Kurdî: Lêkolîn, 2015
- Hêlange: Roman, 2016
- Pizdank: Çîrok, 2018