Serhed ne tenê bi çiya û zozanên xwe yên berz, bi dengbêjên xwe yên bi nav û deng ên ku mora xwe li çanda me ya devkî xistine jî, bi nav û deng e. Pîrê wêjeya me Ehmedê Xanî jî li vir devoka Botî-Hekarî bi têkelkirina rêbaya zarxweşiya devoka berziyên Serhedê gihandiye bêmiriniyê. Şerenca çiroka Kurdî jî li vir bi pênûsa Mele Mehmûdê Bazidî detpêkiriye. Romana Kurdî ya yekemîn “Şivanê Kurmancan” ya bi pênûsa Ereb Şemo ya zêrîn jî li berziyên Serhedê pel vedaye. Bêguman wê kemilandina Romana Kurdî jî dîsa li vê berziyê rengê xwe yê gerdûnî werbigire.
Mir Qasimlo wek ciwanekî ji nava singê bihuşta wêjeya Serhedê bi gotinên ciwan, bi saloxdan û şayesandinên berfireh û renginî berê xwe daye cihana romana Kurdî. Ji wê ezê vê carê romaneke wî bidim nasandin.
“Giyanên Bahozî” romana wî ya duyemîn e.
Navên Karekterên wî yên bingehîn „Zerî Domam a ji bavê sêwî, Artînê evîndar û giyana xeyalî ya pîrê evîndariyê Masyan e. Ew di nava şerê civaka kevn û guhertinên nû de avjenî dikin.
Mijare bi kurtî wiha ye: Zerî Domam û Artîn her du jî di nava civakeke paşverû de tên dunyayê û mezin dibin. Masyan hê di bûyîna Artîn de wek giyanekê bi êşa evînê dinale, xûya dike û di şiroveya evînê de dest bi hevrêyiya xwe dike. Zerî Domam bi evîniya gundîtî dizewice, gelek zehmetiyan dibîne. Lê gava derdikeve dervayî welêt, bi welatparêzan re dikeve têkiliyan û cihana wê ya siyasî diguhere. Ev guhertin bandorê li têguhiştina wê ya evînê jî dike. Mêrê wî ji têkiliyên kevin naqete, lema ew ji mêrê xwe diqete. Artîn li pey gera evîneke bingehîn e, rêyên her duwan li pindekî jiyanê raserî hev dibin, germahiyeke li ser dilê wan peyda dibe, li gel wê lêgerîna evînê hê kûrtir dibe. Artîn li pey geşteke li Firansayê bi tundî li dij evînên hobûyî, yan jî forma zewacê ya gundîtiyê derdikeve. Li nexweşxaneyê bi hemşîreyên ji cûda neteweyan re dikeve nava fîlozofiya evînê. Masiyan wan hîç tenê nahêle, di her gava êşa evînê de li wan ayan dibe û dikeve nava fîlozofî û pendên evînê. Di encamê de Artîn dimire.
Nirxandineke kurt
Zimanê romanê gelek dewlemend e, cih bi cih bi awayê destanî ye. Bi dehan peyvên hatine ji bîrkirin ji têkçûnê filitandiye; Wek “bilî, hûrbilî, sangole, kartî, terrikî, şivter û hwd.”
Gelek şayesandinên têr wêjeyî bikaraniye. Wî bi van şayesandinan dewlemendiyeke nû daye romana Kurdî. Wek Mînak dapîra Zerî Dotmamê dema behsa ciwaniya xwe dike ; wiha pê de diçe:
“…Ji agirê cestê min, berf û pûka li qûntarên çiyan diheliyan. Di paxil û nava herdû pêsîrên min de hêk dixaşiya û ji bo xortan dibû xwiriniya sibê. Keriyên pezê bav û êla te tîbûna xwe ji avbira navika min dişikandin.(rû 26)”
“…Zerî Domamê, ji bo xwe bigihîne tixûbê singê wî û bibe mêvanê nivîngeha dilê wî yê agirî, kêm hewl nedabû. (rû. 64)”
“…Bihêle ku ez di kavilên çavên te de, gerdûneke ji cûreyê gulan ve pêkhatî, biafirînim. (rû 147)”
“…Lewre gava ku wê xwe berdida nava çemên xeyalan û li mêrekî dihizirî, di dawiya xeyala xwe depergî dîwarekî rûsar a kûçikî dihat…(rû 149)”
“Tu dibezî bi vî alî, lê tu ditirsî xwe werkî behra wî dilî.(rû 154)”
“Divê însan bizane ku kilîda hemû pirsgirêkan di giyana wan de veşartiye. (rû 273)
“A esmer çav morî, devliken û xwediyê du hinarikên berfinî bû, herdû jî xweşik û seksî bûn. Lê a zer pozbilind û dilkevir bû. (rû 283)”
“Ez li benda we me ku em li nivîngeha min a nû, bi hev re stranên ku dê heyameke nû raber bike, bistirên. (rû 368)”
Li ser gotinên têkel bi awayekî erênî û dewlemenkirinê gelek lîstiye, peyv di nava çarçove û rengekî din de pêşkêş kirine. Mînak: “Rasteber, avbir, hilmetbilind, sêvxelatî, şewatbar,” Ligel wan gelek danasînên têr dane. Mînak: “rastebera eniya wî ya beranî, tixûbên genîbar ên civakê, ramûsanên mirî, stargeha êş û kenên min, peyrevên gerdûna eşqê..”
Aliyê rexneyê
Di gelek beşên wê de çalakî kêm, lê şayesandin gelek zêde ne, wek mînak di şeveke zivistanê de li wê pûk û seqemê gera Masyan; bi dehan rûpel tenî bi şayesandinê derbazdibe. Her çendî ev di warê wêjeyê de xwediyê nirxekê jî be, xwenêran aciz dike û diwestîne.
Hin hevok rast nehatine girêdan ev jî ji şaş têgihiştinan re dibe sebep. Wek mînak ”Yanê mêrê xwe yê Mihemed!” dema mirov vê hevokê dixwîne, ji xwe wiha dipirse, „gelo çend mêrên wê hene?“
Carna peyvên şayesandinê (rengdêr) wisa li dû hev rêzkirine, bêhna hevokê çikandiye. Mînak mijara dengê bilûrê di rû.55 an de)
Di hevokên têkel de li pey hev bikaranîna gihaneka “û” Mînak: “… divê tu bi şêwe û rê û azîneyên cuda li hemberê kirêtî û neqenciyên pergala civakê û xirabiya giyanbeniyan rabî. (rû 42)”
Cih bi cîh erkê niviskar û bêjer carna tevlihev dibe. Lê bi giştî romaneke serkeftî ye.
Nasname
Navê romanê: «Giyanên Bahozî» ye
Niviskar : Mir Qasimlo
Bergê romanê ji wêneyeke mêran ya ji ewran pêkhatiyê di nava çarçoveyekê reş de ye.
Roman 440 rûpel e û ji weşanên do derketiye.
Niviskarek ciwan gotinên ciwan