Nivîskarekî bifikirin ku ne xwendina wî ne jî nivîsandina wî hebe. Li gel vî halê xwe jî pirtûkên wî bên çapkirin û li gelek zimanan werin wergerandin. Navê wî nivîskarî Mohamed Mrabet ê Fasî ye. Heta niha gelek pirtûkên wî neşir bûne û gelek xelat jî wergirtine.

Lê divê em bêjin, hema Mohamed Mrabet yekser bi vî halê xwe yê nexwende eyan nebû. Rewşenbîr û hunermendên Emerîkî Jane Bowles û Paul Bowles, li bajarê Tangier wî û çîrokên wî nas dikin û paşê deriyekî nû ji Mohamed re vedibe. Paşê ew çîrokên xwe bi zimanê Fransî dibêje, ew jî werdigerînin zimanê Îngîlîzî û wekî pirtûk wan çap dikin.

Wî ji kanala Arte, ku bi zimanê fransî û elmanî weşanê dike, wiha qala çêbûna çîrokên xwe dike: “Ger ez tenê bim kasêtek di serê min de diçe û tê. Sê çar çîrok hema wilo yekser di serê min de çerx dibin. Paşê ez cîhaza qeydê tînim û jê re dipeyivim. Carna hinek bi vî halî min dibînin dibên qey ez dînekî dera hanê me, ez ne dîn im lê de xem nake hema bila wilo bêjin.”

Şîroveya xwe jî li wan dike

Ew jî ji kalikê xwe fêrî çîrok û çîrokbêjiyê bûye. Paşê ew gavekê bi pêş de diçe bi xwe jî hinekî li wan zêde dike, li gorî wext û mekanên tê de diguncîne û çîrokên nû çêdike.

Erê ew Mohamed Mrabetê ji welatî Fasê ye lê ne Ereb e, Berberî ye. Hê jî sax e li welatê xwe ye. Bi vî halê xwe yî nexwende û çîrokên xwe hebkî dişibe dengbêj û çîrokbêjên Kurdan. Ka kî dizane belkî jê re li hev bihata, dengbêjekî Kurdan jî karîba evqasî navdar bibûya.

NAVENDA NÛÇEYAN