Foruma Civakî ya Mezopotamyayê (FCM), di navbera 21-25’ê îlonê de li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê li dê sempozyûmê pêk bînin. Nivîskarên Kurd ên ji bo beşdarî sempozyûma FCM’ê bibin ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin Amedê Şaredarê Sûrê yê Amedê Abdullah Demîrbaş zişaret kirin. Di ziyaretê de Serokê Yekîtiya Nivîskaran ê Herêma Federal a Kurdistanê Kake Mem Botani û gelek nivîskarên din amade bûn. Di heyetê de endamên komîteya Partiya Zahmetkêşanî Kurdistan Rebaz Mustafa Cahfer, Zeyto Îsmaîl Abdolkarim, Abdulwahab Îsmail Hasan û Serokê Meclîsa PDK’ê Hana Mazhar û heyeta li gel wan Şaredar Demîrbaş ziyaret kirin.
Demîrbaş, di ziyaretê de kêfxweşiya xwe anî ziman û xwest ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibin diyalogên di navbera wan de zêde bibin.
AMED