Baroyên Amed, Wan û Colemêrgê di rapora xwe de êşkenceya li Şemzînanê piştrast kir û diyar kir ku eskerên Tirk bi niyeta kuştinê li gundiyan dane. 
 

Baroyên li Kurdistanê doh têkildarî êşkenceya li Şemzînanê rapor amade kir. Heyetê di rapora xwe de êşkence piştrast kir û diyar kir ku eskerên Tirk bi niyeta kuştinê li gundiyan dane.

Di 31’ê Gulanê de eskerên Tirk li bejahiya gundê Korgana yê Şemzînana ser bi Colemêrgê, êşkence li gundiyan kir. Eskeran bi qûndaxên çekan li gundiyan da û gelek caran serê wan xistin avê û derxistin.

Baroyên Amed, Wan û Colemêrgê têkildarî vê êşkenceyê heyetek ava kir û çavdêriyên xwe kir rapor.

Heyetê xwest bi Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê re jî hevdîtinekê bike, lê ev daxwaz hate redkirin.

Tesbîtên heyetê

Heyetê di raporê de cih da tesbîtên xwe ku yên girîngtirîn ev in:

 Êşkence li bejahiya gundê Korganê hatiye kirin.

 Yek ji 5 kesên ku êşkence kirine, rayedarê eskerî ye.

 Êşkence li 4 kesan hatiye kirin.

 Nasir Taş, Ramazan Aktaş, Îsmaîl Erebî û Mûhsîn Çavşî bi dar û qûndaxên tivingan hatine derbkirin. Eskeran gelek caran serê Nasir Taş xistiye avê û derxistiye.

  Nasir Taş bi giranî birîndar bûye û bi derfetên xizmên birîndaran, ew rakirine nexweşxaneyê. Eskeran ji xizmên Taş re gotiye, ‘Me terorîstek kuşt, biçin wî bînin.’

 Kesên ku êşkence kirine, ji aliyê mexdûran ve hatine teşxîskirin.

 Leşkerên êşkencekar ligel ku hatine teşxîskirin jî hê nehatine destgîrkirin û li ser karê xwe ne.

Encam û pêşniyazên heyetê

Di beşa encam û pêşniyaza raporê de tê diyarkirin ku îfadeya şahidên bûyerê nehatiye stendin, mînaka dosyeya lêpirsînê pêşkêşî parêzerên mexdûran nehatiye kirin, mexdûrên ku bi Tirkî nizanin jî bêyî wergêr û parêzer beyana wan hatiye girtin.

Heyetê xwest ku têkildarî tohmetbaran biryara girtinê were dayîn, lêpirsîneke îdarî were destpêkirin û heta ku ev lêpirsîn bi encam bibe, kesên êşkencekar peywira wan were cemidandin, ji bo kesên mexdûr divê şertên dermankirina fizîkî û psîkolojîk werin avakirin.  

COLEMÊRG