Li Kerkûkê ji sê rojan û vir ve aloziya siyasî ya heyî vediguhere yeke eskerî. Nexasim jî bi handana çapemeniya ser bi PDK´ê ve li nava xelkê Başûrê Kurdistanê û nexasim jî xelkê Kerkûkê nearamiyeke darîçav hatiye afirandin. Li aliyê din bi nêzîkbûna hilbijartinan, daxuyaniyên PDK´ê li dijî YNK´ê û nexasim jî malbata Talabanî zêde dibin; li navenda van daxuyaniyan jî Kerkûk heye. Lê van hersê rojan li Kerkûkê çi qewimî? Hêzên Heşdî Şebî gelo bi serê xwe tevdigerin yan hikûmeta Bexdayê jî li pişt wan e, bi daxuyaniyên hatî dayîn ne diyar e. Hin fermandarên Heşdî Şebî yên Kurd jî ji tevgera li ser sînorê Herêma Başûrê Kurdistanê ya Heşdî Şebî bifikar in. Li aliyê din pêşmerge qederê kîlometroyekê ji herêmê vekişiyan û fermandarên berpirs ên pêşmerge, ev yek weke taktîkeke eskerî bi nav kir.  

Ji ajansa Nûçeyan RojNewsê Soran Mihemed li Kerkûkê bû û ev alîzî şopand û bi aliyên eskerî yên pşêmergeyan re peyivî. Em li jêr ji bo xwendevanên xwe ji nûçeyên wî gahiyan berhev dikin û diweşînin.

Fermandarê eskerî yê Mîhwera Kerkûkê, behsa guhertinên dawiyê yên sînoran dike û fermandarê Hêzên 4´an Başûrê Kerkûkê yê pêşmergeyan jî dibêje: “Heşdî Şebî hewl dide Kerkûkê dagir bike.” Herçî dermandarekî  Heşdî Şebî ye jî dibêje, “Hêzên Ehlî Heq, niyet kirine ku êrîş bikin.”

Fermandarên pêşmergeyan ên li Başûrê Kerkûkê diyar kirin ku şeva bihurî Hêzên Heşdî Şebî li devera gundê Beşîr û Cihîdye, planek danîbûn ku êrîş bibin ser çeperên pêşmergeyan û ji gelek aliyan ve gef li wan xwarine û zext li ser hêzên pêşmerge zêde kirine.

 

‘Şerekî xwînrij dibe ku rû bide’

Fermandarekî Hêzên Heşdî Şebî yê bi eslê xwe Kurd e û li devera gundê Cihîdiye dimîne, li ser vê mijarê dibêje, “Tevgera ku li herêmê heye, ji aliyê Esayîbî Ehlê Heq ve heye. Her wisa, çekên giran û gelek amûrên eskerî li derdora gundê Cihîdiye ya ser bi navçeya Daqûqê bi cih kirine. Niyeteke wan a xerab heye. Eger lihevkirinek ango hemahengiyek di navbera van hêzan de çênebe, wê şerekî xwînrij rû bide.”

Ev fermandarê Heşdî Şebî her wiha dibîje, “Esayib û hinek komên nû yên Heşdî Şebî, zehf tundraw in û guh nadin fermanên berpirsên hêzên çekdarî, yê Heyder Ebadî û ji aliyê hinek kesên Îranî ve tên birêvebirin. Baregeh û çeperên Esayibên Ehlî Heq, nêzî cihê me ne.”


 

‘Daxwaza vekişîna hêzên pêşmerge dikin’

Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Mîhwera 4´ê ya Başûrê Kerkûkê, Westa Resûl jî li ser mijarê dibîje, “Eger Heşdî Şebî derfetê bibîne, wê Kerkûkê dagir bike. Lê em di sengeran de ne û em ê rê nedin planeke bi vî awayî. Em niha li çeperên pêşmergeyan in. Niha hemû çeper aram in. Hêzên Heşdî Şebî û Hêzên Iraqî daxwaza vekişîna hêzên pêşmerge dikin da ku ji van çeperan derkevin.”

Westa Resûl bi berdewamî, behsa hewldanên hêzên Heşdî Şebî dike û dibêje, “Em nizanin çi di dilê hêzên Heşdî Şebî de heye. Lê, em ji vê bawer in ku li hemberî pêşmergeyan niyeteke wan a baş nîne.


Tevgera saxlemkirina hêz û çeperan?

Berdevkê Hêzên Heşdî Şebî li devera Başûrê Kerkûkê Ebû Eyûb Necar jî dibêje, piştî ku hêzên wan navçeya Hewîceyê kontrol kirin û bi şûn ve, niha mijûlê xwe bihêzkirin û saxlem kirinê ne û wiha pêde diçe: “Ti tevgereke me ya ne asayî çênebûye. Lê eger ferman ji me re were, em ê li gorî ew cihên ku ji me re diyar kirine, tevbigerin.”


Eger êrîşek pêk were wê felaketeke mezin rû bide

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Cehfer Şêx Hesen têkildarî îhtîmala ku hêzên Iraqî êrîşî Kerkûkê bikin jî daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, “Şeva bihurî (pêr bi şev) li Kerkûkê, hinek hezên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ketin tevgerê û xwestin êrîşî herêmên di bin destê pêşmergeyan de bikin.” 

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyan xwest Hêzên Navdewletî, hevpeyman û raya giştî bizanibe ku rewş ne baş e û eger êrîşek pêk were wê felaketeke mezin bi xwe re bîne.

Şêx Hesen bang li Bexdayê jî kir ku nekeve nava hewldaneke êrîşê ya eskerî û got: “Li şûna hêzê bi kar bînin, diyalogê bikin û bi guftûgoyê pirsgirêkê çareser bikin.”

Fermandarê pêşmergeyan bang li pêşmergeyan jî kir ku li hember îhtîmalên êrîşan di amadebaşiyê de bin û parastina xaka Kurdistanê bikin.


Hêzên Pêşmerge kîlometreyekê vekişiyan

Ji çar herêman ve nêzî 18 kîlometreyan, hêzên pêşmerge kîlometreyekê vekişiya. Fermadarekî pêşmergeyan jî got, vekişîna pêşmerge planeke serbazî ye. 

Heman fermandarê pêşmerge diyar kir ku beriya niha hêzên pêşmerge nêzîkî çemê herêmê bûye, piştî ku ji dest çeteyên DAIŞ’ê girt û bi şûn ve hinekî din bi pêş ve çûne. Lê, niha nêzî kîlometreyekê vekişiyane. Hatine aliyê Bakur ê avê û cihê xwe yê berê. Vekişîna pêşmergeyan planeke eskerî ye. Ji bo şer rû nede, me tiştekî wiha kir.” 


NAVENDA NÛÇEYAN




Plana Hêzên Iraqî a Kerkûkê nîne?


Fermandariya Hêzên Hevbeş a Iraqî bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyoneke eskerî ya ji bo Başûrê Kerkûkê di rojeva wan de nîne û îdîaya wê operasyoneke eskerî pêk were jî red kir.

Fermandariya Hêzên Hevbeş a Iraqê doh fermî da xuyakirin ku ti hewldaneke ji bo destpêkirina operasyoneke eskerî ji aliyê hêzên wan ve li hember Başûrê Kerkûkê di rojeva wan de nîne.

Li gorî ajanseke Rûsî jî, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ferman daye Polîsê Federal ê Iraqê ku heta 8 saetên din, ti operasyonê li dar nexin.