Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya roja 992'an li dû xwe hişt, ji roja Yekşemê û vir ve ji aliyê Hêlîn Payîz, Binevş Guler, Nûrê Mêrdîn û Mehmet Batmanî ve tê meşandin.
Mehmet Batmanî ku cara sêyemîn e beşdarî çalakiya nobedê dibe û diyar dike ku ji bo aramiya Rojhilata Navîn azadiya Ocalan pêwîst e.
'Dêrsim û Şengal heman êş in'
Jinên çalakger jî serketina Kobanê silav kirin û gotin, "Dêrsim ji bo me çi êş bû, Şengal jî îro bi heman rengî ye. Jin li welêt, li Ewropa li her cihî ya mafê wê tê binpêkirin e. Lê belê îro bi saya Rêbertiya xwe em ji koledariyê derketine, li nava civakê bûne xwedî cihekî hurmetdar. Heta Rêberê me azad bibe, em bi biryar in vê çalakiya xwe dewam bikin."
NESÎP AKAR/STRASBOURG