Xelatên Nobelê yên Tibê îsal dan James P. Allison û Tasûkû Honjoyê ku li ser dermankirina penceşerê xebatên wan hene.

Akademiya Zanistê ya Keyatiya Swêdê, Xelatên Nobela 2018’an ên Tibê eşkere kirin. Akademiyê bal kişand ser keşfên bipêşveçûna dermankirina pençeşerê yên Allison û Hanjo, û diyar kir ku dermankirina pençeşêrê bi astengkirina sererastkirina pergala parastina bedenê ya negatîf hatiye keşfkirin.

Xelata Nobelê ya di warê Tibê de, xelata yekemîn a Nobelê ya salê ye. Ji ber skandaleke tacîza cinsî, îsal Xelata Wêjeyê wê neyê dayîn.

 

 STOCKHOLM