
Berwar wiha pê de çû: “Ez bang li dayikên Kurd û Tirk dikim ku bila pêşî li vî şerî bigirin. Bila êdî zarokên me nemirin. Bila ev xwîn û rondik êdî rawestin. Divê dayikên Tirk destê xwe bidin destê me.”
Çalakgera jin ya din Cahîde Ozel jî got: “Gelê Kurd ji berê de zilm dîtiye. Hêjî dibîne. Zilma li ser Kurdan didome.”
Çalakger Bariş Diyar jî bi lêv kir ku ew bi xwe Tirk e û wiha got: “Roleke mezin ketiye ser milê Kurdan. ”
Kendal Çewlîk jî got ev 450 roj zêdetire ji Ocalan agahî nayê girtin û wiha got: “Em agahiyê ji serokaitya xwe nagirin. Ev tecrîd tenê li ser Ocalan nîne. Ev tecrîd ji bo tasfiyekirina gelê Kurde.”
STRASBOURG