
Çalakiya Nobeta Azadiya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 35 hefte li pey xwe hişt. Niha di hefteya 36. de ye. Di hefteya 36'an de kedkarên çapemeniya Kurd ya li Ewrûpayê nobed dewir girt. Ji 24'ê Sibatê û vir ve bi 7 kedkarên çapemeniyê çalakiyê dimeşînin. Dê di 3'ê adarê de çalakiyê dewrê komeke din bikin.
Gelê Kurd di çarçoveya têkoşîna azadiya hemdem de çalakiyên cûr be cûr pêk anîne û pêk tînin. Ev çalakiya ku niha didomînin jî, yek ji wan çalakiyane. Endamên çapemeniya Kurd ên li Ewropayê çalakiya xwe berdewam dikin. Endamê Çapemeniyê ku di nava komê de cih digire Mehet Direwş çavdêryên xwe anîn ziman. Dirêwş li ser çalakiyê wina nivisand: "Ev ji çalakiyên din, hinek cûdaye. Çima? Ji ber ku bi qasî dizanim, heta niha çalakiya yekemîne bênavbere. Kurdistaniyên li Ewrûpayê ji 25'ê hezîranê û vir ve, li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li Strasbourgê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobeda azadiyê digirin."
Berf û baran jî bibare navber nîne
Her hefte komeke cûda ya di navbera 4 û 7 kesan de dewr digirin. Ji 25'ê hezîranê û vir ve zêdetirî 180 kesan, di vê çalakiyê de cih girtiye. Ev çalakî, wê heta Ocalan azad bibe dewam bike. Jixwe aliyê vê çalakî cûda dike jî, ev aliyê wê ye. Sar be jî germe be jî, berf û baran jî bibare navber nîne. Heta Ocalan azad nebe, wê ev çalakiya nobedê ya li ber Konseya Ewrûpayê bidome. Lewma ev çalakî ji yên din cûdaye.
Her tiştê ji bo azadiya Ocalan, armanca bingehîn ya vê çalakiyê ye. Em jî wekî nobetdarên vê çalakiyê li ber Konseya Ewrûpayê balê dikişînin ser rewşa Ocalan. Di çarçoveya çalakiyê de broşor û belavokên têkildarî Ocalan û felseya wî de belav dikin. Tevî vê îmzeyên ji bo azadiya Ocalan kom dikin. Hem ji rûniştvanên Strasbourg, xebatkar û karmendên saziyên Konseya Ewrûpa, Yekitiya Ewrûpa û ji ziyaretkaran ji bo azadiya Ocalan piştgiriyê dixwazin.
Dîplomasiya rû bi rû
Heta niha em rastê welatiyên cûr be cûr hatin. Ji bilî welatiyên Fransî û welatê cîran Almanya, ji tûrîstên Çîn, Kongo, Kanada, Spanya, Hîndistan, Cezayîr, Polonya, Pakistan, Japonya, Romanya, Kore û Arjantîn axivîn. Mirov dikare bibêje, niha li vir em dîplomasiya rû bi rû dimeşînin. Di nava wan de yên ku Kurdan û birêz Ocalan nas dikin jî, hebûn û yên ku cara yekemîn gotina Kurd bihîstine jî hebûn. Helbet her kesê em bi wan re axivîn, îmze nedan, lê mirov dikare bibêje hemû ji ber rewşa Ocalan û gelê Kurd de şaş û metal diman.
Baweriyeke mezin
Hinek ji wan, dema şert û mercên Ocalan bihîstin, ecêbmayiya xwe dianîn ziman. Bi gotina "serketin" ji me xatir dixwestin. Di bin wê sarmeya dijwar ya di bin sifirê -5 dereceyan de germahî di navbera çalakgeran de bala wan dikişand û dikişîne. Hinek ji wan tên beriya em tiştek bibêjin, ew tên sedema çalakiyê dipirsin. Wekî ku bibêjin "di vê sarmeyê de mirovên çalakiyê pêk bînin an dîn û an jî xwedî baweriyeke mezin bin" li nêzî me dibin. Dema rewşê fêr dibin, bawer dikin ku "em ne dîn, xwedî baweriyeke mezin in.
Tûrîst duayan dikin
Hinek dema ji me derbas dibin, hêrsa xwe ya li hemberî rewşa hewayê tînin ziman. Hinek dibêjin ew ji bo ev sarma derbas bibe, diayan dikin.Hinek ji wan ji bo daxwaza me çalakgeran bi cih were diayan dikin. Helbet hinek yên mirûz-tirş li me dinêrin jî hene. Di roja dûyemîn de dema komek derbas dibû, ji wan yek dişîbû japonan, mirûzê wan tirşbû. Dema me hewl da biaxivin, bi "zimanê îşaretê" red kirin. Dûre me sedema mirûz-tirşî diyar bû, yanî wekî we jî texmîn kir, ev kom tirk bû!
Di roja sêyemîn de em rastî serpêhatiyeke cûda hatin. Komeke 3 kesî ji dûr bi balkêşî li me dinêrî. Me niyet kir ku, ber bi wan ve biçin, lê bi dest îşareta "di vegerê de emê bi xwe werin cem we" dan me. Bi rastî wisa jî kirin. Dema dihatin wêneyên pano û alên me dikişandin. Dema nêz bûn, me nêrî Kurd in, lê haya wan ji çalakî û kampanya îmzeyên ji bo azadiya Ocalan nîne. Karmendên Wezareteke dewleta Tirk in. Di çarçoveya wezîfeyekê de hatine, me ew jî derbarê çalakiya xwe de agahdar kirin. Wan jî îmzeyên xwe dan û hêviya serkeftinê anîn ziman.
Ji koma me hevala herî ciwan Rojîn Batursah e. Di heman demê de hevala me ya herî enerjîk e. Avantaja li Fransayê mezinbûyinê kiriye xizmeta çalakiyê. Piraniya îmzeyên me heta niha kom kirine, encama hewldan û wêrekiya wê ye. Yên fransî dizane der barê armanca çalakiyê de agahdar dike. Di pratîkê de berdevkiya çalakiya me dike.
MEMED DREWŞ / STRASBOURG