Çalakiya nobetê ya di 25'ê Hezîrana sala 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Fransa Strasbourgê destpê kir, dewam dike. Pêr koma ji bajarê Holanda Amsterdamê ya ji 3 jê jin 5 kesan, çalakî dewir girt. Ji çalakgeran Humeyra Yildirim diyar kir ku ew weke koma 50. çalakiyê dewir digirin û vê çalakiya xwe ya nêzî salekê, bi disîplîn û coşeke mezin dewam dikin. Yildirim got, "Di nava tevahiya hefteyekê de emê ji bo Rêberê xwe îmzeyan berhev bikin û belavokan belav bikin. Nuqteyeke din a bala min dikşîne jî, hevalên me yên 50-60 salî belavokan belav dikin, îmzeyan kom dikin û Ewrûpiyên di temenê wan de ne, weke tûrîstan digerin. Tevlêbûna hevalên me li vê çalakiyê, min hestiyar kir. Ev jî nîşaneya dilsoziya gelekî bi Rêberê xwe re ye."


Çalakgera Hollandî

Çalakgera Holandî Petra van Der Laan jî da xuyakirin ku pêwendiya ji vê çalakiyê re her roj zêde dibin û got, "Rê-nîşandan Rêber Apo, biryardariya gelê Kurd, wê bi xwe re serkeftinê bîne."
Xalê Sebrî (Sabrî Atalay) jî anî ziman ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê derê ne û got, "Emê têbikoşin, ê me anî vê qonaxê Rêberê me bû. Jiyanek bêyî wî nabe."
Fevzî Bayram jî bal kişand ser çalakiya nobedê û got, "Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê rastî û heqîqatan e. Felsefaya Rêber Apo, felsefeya rizgariya gelên Mezopotamya û Anatoliyê ye."
Xanim Şahîndal jî ragihand ku ew ji bo azadiya Ocalan û statuya Kurdistanê li vê derê ne û kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlêbûna çalakiyeke bi vî rengî anî ziman. 

STRASBOURG




Li Londonê kampanya îmzeyan

Ciwanên Kurd yên li Îngîlîstanê dijîn bi awayekî aktîf tevli kampanyaya îmzeyan a bo azadiya Ocalan dibin.  Kampanyaya îmzeyan ya ku eleqeyeke mezin dibîne vê car êli taxa Brîck Lane hat meşandin.  Ciwanan li vê taxê ji bo azadiya Ocalan îmze kom  kir û di nava çend saetan de bi sedan îmze hat komkirin.
Rojnamger, edîtor, wênekêş, wênesaz, karîkatorîst, muzîkjen û gelek xwendekaran îmze avêtin.
Ciwanan diyar kir ku gelek kesên ku îmze avêtine di mijara pirsgirêka Kurd de bi hestyar tevdigerin û piştigiriyê didin wan. Her wiha ciwanan belavok belav kirin û agahî dan.  Ligel vê diyar kirin ku kampanya li ser Înternetê jî tê meşandin. Xwendekar Elvîn Sarican got ew ji bo azadiya Ocalan îmzeyan berhev dikin. Îlkcan Yeşîlkaya jî xwestin der barê rewaşa Ocalan de agahiyan bigirin. 

ANF/LONDON