Nobeda ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya li ber Konseya Ewropayê, 237 hefte ne bê navber dewam dike. Nobeda vê hefteyê ji aliyê komek ji 4 kesan a ji bajarê Kassel ê Elmanyayê ve tê girtin.

Kurdistaniyên bi navê Meryem Laçîn, Bahattîn Kaplan, Medenî Apaydin û Sarûhan Akad ên ji bajarê Kassel ê Elmanyayê hatin, nobeda vê hefteyê digirin.

Endamên koma ji Kasselê, ku ji roja Yekşemê ve nobedê digirin, dan xuyakirin ku ew esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ketiye sala 18’an qebûl nakin, lewma tevlî çalakiya nobedê bûne.

Çalakgeran bibîr xistin, têkoşîna aştî û azadiyê ya Ocalan ku bi dehan salan e didomîne, êdî li gelemperiya cîhanê tê qebûlkirin û bang li dewletên Ewropayê kir ku dest ji desteka xwe ya ji bo polîtîkayên Tirkiyeyê berdin.

Çalakgeran her wiha bang li Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê kirin, ku ji bo lêkolînkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de ye, bi lezgînî bikevin nava tevgerê. Nobeda li ber avahiya Konseya Ewropayê, tevî serma û seqemê jî her roja saet di navbera 07:30 û 16:30 de tê girtin. 


ANF / STRASBOÛRG