Nobeta azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê vê hefteyê ji aliyê koma ji bajarên Elmanyayê Ulm û Pforzheimê ve dewr hate girtin. 

Nobeta “Azadî ji Ocalan re” 25’ê Hezîrana 2012’an li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê dest pê kir, û niha di hefteya 276’an de ji aliyê komeke nû ve dewr hate girtin.

Endamên Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê, ku hefteya bihurî nobet girtin, çalakî dewrî Kurdistaniyên bi navê Sûfyan Şengalî, Zagros Qamişlo, Abdulkerîm Çîçek û Hecî Nasir ên ji bajarên Ulm û Pforzheimê kir.

Çalakgerên ku roja Yekşemê nobet dewr girtin, dan xuyakirin ku tecrîdkirina Ocalan gihîştiye asteke welê ku nema dikare bê qebûlkirin. Çalakgeran destnîşan kir ku gelê Kurd nema dikare li pêşberî vê rewşê bêdeng bimîne. Çalakgeran bang li Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir, ku li dijî tecrîda giran a li dijî Ocalan, bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

Çalakiya rûniştinê ya endamên Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), li heman deverê tê lidarxistin. 


STRASBOURG