Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêber Apo li bajarê Strasbûrgê yê Franseyê ji nû ve destpê kir. 11ʼê Adarê bi sedema şewba koronayê sekinîbû. 25ʼê Hezîranê wê çalakî bikeve sala xwe ya 9ʼan. Çalakî di hefteya 416ʼan de li ber Konseya Ewrûpayê bi endamên Jinên Ciwanên Azad (JCA) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji nû ve destpê kir. Jiyan Aslan, Mervan Amed, Raman Bîlal û Aram Semsur duşemê ji Toulousê dest bi nobetê kirin. Beşdarên nobetê diyar kirin ku nobet azadiya gelê Kurd sembolîze dike. Çalakiya nobetê 25ʼê Hezîrana 2012ʼan destpê kir û heta niha bi sedan kes beşdar bûne. Çalakiya Kurdistaniyan a 8 salî çalakiya herî demdirêj e. Ji bo azadiya Rêber Apo herweha ji deh mîlyonî zêdetir îmze jî hatine komkirin. Her hefteyê ji devereke Ewrûpayê Kurdistanî beşdarî çalakiyê dibin. Mehê carekê jî jin Tevgera Jinê ya Ewrûpayê beşdar dibin. Beşdar li ber Konseya Ewrûpayê belavokan belav dikin, der barê Rêber Apo, Kurd û Kurdistanê de xelkê agahdar dikin. STRASBOURG