Roja ku balyozê Rusya li Ankara li paytexta Tirkiyê bi destê polîsekî tirk hate kuştin. Gelek derdor li bendê bûn ka Rusya dê çi bêje û dê çi bike. Gotina rusa ya pêşî çîroka notirvanê bi sed notirvanî anî bîra min. Çîrok wisa ye, dibêjin rojekê bazirganek mal dikirê û dixwaze bibe bajarekî din bifiroşe. Bi sedan hêştir, hesp û hêstiran kirê dike ji bona ku malê xwe li wan bar bike. Piştre diçe sûka notirvanan ji bona çend notirvanan jî kirê bike. Li sûkê dibîne ku yekî li ser sînga xwe nivîsandiye. “Ez bi tenê biqasî sed notirvanî dikarim bi rêbiran re şer bikim û nahêlim zerar bigehê karwanê ez diparêzim.”
Bazirgan diçe gel pê re dipeyîve û pirsa mafê wî dike. Mêrik dibêje, ez mafê sed notirvanî dixwazim. Bazirgan pirsa şervaniya wî dike û çawa dikare biqasî sed notirvanî karwanê wî biparêze dike. Mêrê notirvan dibêje, heke min hişt zerar were malê te mafê min nede. Bazirgan dihizire ku mesrefa sed notirvanî û ya yekî ferqeke mezin di navbera wan de heye. Xwarina sed kesî û êmê sed hespî, li xanê razana sed kesî bi cihkirina sed hespî û wekî din. Kirêkirina yekî ji sedî ji xwe re çêtir dibînê, wî kirê dike û karwan derdikevê rê.
Piştî çend qunaxan diçin li cihekî rêbir tên û riya wan dibirin. Dest datînin ser hemû karwanê bazirgan û kes dengê xwe dernaxe.
Serokê rêbiran dipirse. Xwediyê vî karwanî kî ye? mêrikê bazirgan dibêje, ez im. Serokê rêbiran jê re dibêje: “Ey bazirganê çikûs, te dil neda ku çend notirvanan kirê bikî. Ji ber wê çikûsiyê te hemû malê xwe winda kir. Te çima çend notirvan ji karwanê xwe re kirê nekirin? Bila neh deh wan ji me kuştibana û ew jî bihatina kuştin, pişt re malê te jî çûbana.”
Bazirgan dibêje: “Rast e, lê min notirvanê bi sed notirvanî kirê kiribû.”
Serokê rêbiran dipirse: “Li ku ye ew mêr ê bi sed mêr î? An çawa em dîtin revî? “
Bazirgan dibêje: ”Na, nerevî. Lê dengê xwe dernexist.”
Serokê rêbiran dipirse; “Kî ye, kîjan ji vana ye? “
Bazirgan dibêje: ”Ew simbêlboqê ku li ser kevir rûniştiye.”
Serokê rêbiran fermanê dide rêbiran ku wî bînin gel wî. Du mêr diçin bi milên wî digirin û tînin pêşberî serokê xwe. Serokê rêbiran jê dipirse: ”Mêr ê bi sed mêr î tu yî?” Ew jî dibêje: “Erê” Serokê rêbiran ji mirovên xwe re dibêje, sed mêr bibin rêz û her yek ji we dê tiliyekê li quna wî bidin. Da bibînê mêrên bi sed mêr î çawa ne.
Du mêr wî digirin û yên din yeko yeko tên tiliya xwe li quna wî didin. Heta nod û nehan deng jê dernakevê. Bi tiliya nod û nehan re qêrîn pêdikeve û dibêje; “Bênamûsî heta ku derê.” Şûrê xwe ji qalanê wî dikişîne û dest bi şer dike. Bi her rakirina şûrê xwe re yek du ji rêbiran dixê erdê. Bi şer karwan vedigerîne û digehîne cihê ku bazirgan gotî.
Piştî demekê bazirgan dîsa diçe sûka notirvanan dibîne ku ew notirvan li nav komek notirvanan rûniştiye û pesnê xwe dide. Notirvan çawa bazirganê ku malê wî ji rêbiran sitandî dibîne dibêje; “Ji bona xwedê bêje, min çawa şer kir û malê te ji wan rêbiran sitand?”
Bazirgan dibêje: ”Rast e te şerekî bêhempa kir.” Mêrike jê dipirsê ji te re notirvan pêwîst e?
Bazirgan dibêje; “Belê. Ji min re sed notirvan pêwîst in.”
Notirvanê bi sed notirvanî dibêje; “Ez amade me, te çi ji sed notirvanî bikî?”
Bazirgan dibêje; “Rast e, lê her carê serokê rêbiran yên ku sed mêrên xwe bikin rêz, tiliyên xwe quna te bidin û piştre mêranî were te nayên pêşiya mirovan.”
Gotineke rusan jî weke çîroka notirvanê bi sed notirvanî heye. Rus dibêjin, “Xisleta (adeta) me mîna ya Hirçê ye. Em zû ranabin, lê dema em radibin jî heta em tola xwe nesitînin nasekinin.”
Tirkan balafira wan xist û herkesî wê demê got; rus dê tola xwe bi giranî ji tirkan bigirin. Lê tiştek nekirin. Balyozê wan li paytexta xwe kuştin, rusan got ev provaksiyoneke, ji bo ku navbera me xirab bikin. Hem jî yê balyozê wan kuştî polîsekî tirk ê nêzîkî serokkomarê tirk e. Gelo hirça spî dê kengî rabe? An ew jî li benda nod û neh tilî ye?