“Tesrîfa Teremaxî” ango “Yekemîn Gramera Kurdiya Kurmancî” ya Mela Eliyê Teremaxî ji hêla Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin.

Pirtûk beriya niha teqrîben bi 400 salan, di sedsala 16-17ê de hatiye nivîsandin û weke yekem pexşana kurdiya kurmancî jî tê qebûlkirin.

Merdan Newayî pirtûk ji bo çapê amade kiriye û analîzên tê de jî wî kirine.

Di pirtûkê de esasên gramera Kurmancî bi zimanê Erebî û Farisî re hatine muqayesekirin.

Weşanxane di metnê danasîna pirtûkê de dibêje: “Merdan Newayî, di vê xebata xwe ya li ser vê kitêbê de, xwestiye ku bide zanîn ka rastiya nav û bernavê nivîskarê vê berhemê çi ye, teybetmendiyên wê çi ne, xwediyê çi xweseriyan e, Kurdiya ku di berhemê de hatiye bikaranîn bi kîjan şêwe û devokê ye..?

Hem wî digel lêkolîn û transkrîbekirina teksta orjînal, ew tekst adapteyî Kurmanciya nûjen jî kiriye.”

Tesrîfa Teremaxî ya ji Weşanxaneya Nûbiharê derçû, li ser 160 rûpelan çap bûye.

 

Mela Eliyê Teremaxiyî

Mele Eliyê Teremaxiyî Sala 1591´ê li Colemgerê ji dayik bûye û sala 1653´yan wefat kiriye. Li medreseyên Kurdî dest bi perwerdeya xwe kiriye. Li Misrê, Bexda û Musilê perwerde bûye. Ji bo feqiyên medreseyên Kurdan gelek pirtûkên perwerdeyê bi Kurdî nivîsandiye. Li gel Tesrîfa Teremaxî, Qewlê Yekane, Mariya Yaqût, Kurêd Wetan, Jiyîna Heqîqet û Xewn pirtûkên wî ne.