Qenaleke televîzyonê ya Kurdan bi slogana „Dema Rastiyê“ îro dest bi weşana xwe dike. Qenaleke din a televîzyona Kurdî tevlî cîhana çapemeniya Kurd bû. Nûçe TV bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Dimilî, Hewremanî û zimanên Tirkî û Îngîlîzî dê weşanê bike. Nûçe TV. bi ser uyduyê de ew ê bigihîje temaşevanên xwe. Nûçe TV. dê bi şîrketa Danîmarka Mezopotamya Brodcastê weşanê bike.
Di televîzyona ku bi saeta Tirkiyê 08.00 bi saeta Ewropayê jî 07.00’’an dê dest bi weşana xwe bike de her saet dê nûçeyên bi zaravayên kurmancî, Soranî, Dimilî, Hewremanî û zimanên tirkî û îngîlîzî dê weşanê bike. Di saet 22:00’an de jî nûçeyên dawiya rojê dê biweşîne. Di navbera nûçeyan de jî bernameyên nûçe-aktûel dê bên weşandin. Piştî nûçeyên şevê jî dê panel bên lidar xistin. Nûçeyên jinan bi navê Jin dê bên pêşkêşkirin. Nûçeyên cîhanê jî bi Kurdî û Tirkî bên dayîn. Rêveberiya Nûçe TV’yê diyar kir ku polîtîkaya wan a weşanê dê teyîsandina rewşa herêmên Kurd, Rojhilata Navîn, Ewropa û Cîhanê be. Rêveberiyê anî ziman ku ew armanc dikin ku geşedanên diqewimin beriya her kesî bi temaşevanên xwe re parve bikin. n NAVENDA NÛÇEYAN
EUROBIRD 9A
(EUTELSAT 9A)
9° rojhilat
FREKANS : 11.843
POLARITE : V
SYMBOL : 27500
NILESAT
(EUTELSAT 7 WEST A)
7° rojava
FREKANS : 11.354
POLARITE : V
SYMBOL : 27500
Nûçe TV dest bi weşane dike