Gava mesele krîmînalîzekirina Kurdan e, dewleta Elman guh nade biryarên dadgeriya xwe jî. Li Munchenê polîsan ji ber ku gotareke rojnameyekê parve kir, bi ser malên Kurdan û dostên wan de girt.

 

EGÎD EREN / NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserê Elmanyayê piştî ku Adara 2017´an wezîrê karê hundir ê hingê yê Elman Thomas de Maizière nîşandana alayên YPG û YPJ´yê jî di nav de nîşandana gelek sembolên Kuran qedexe kirin, gelek kes ketin ber destwerdanên polîsan û bûn mexdûrên binpêkirinan. Di vî warî de herî zêde jî eyaleta Bayernê derket pêş bi serdegirtina malên kesên alayên YPG û YPJ´ê li ser malperên xwe yên medya civakî parvekirî.   

Pêr jî li bajarê vê eyaletê Munchenê, polîs bi ser mala hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya bajêr Azad Bingol û çalakvan Hzrwan Abdal de girt. Ya ku polîsan ji xwe re kirî hincet jî ji ecêb û sosretan û wêde bû, di xwepêşandanekê de nîşandana alayên YPG û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan! Li herdu malan polîsan qederê du saetan lêgerîn kir. Polîsan pitûkên elaqedarî pirsgirêka Kurd, kompûter û telefonên destan desteser kirin.

      Thomas de Maizière  

Gotara SZ´yê jî nîşan dan!

Derbarê Hzrawan Abdal de destûra dozgeriyê hebû ji bo lêgerîna malê û di wê de resmê parvekirineke wî ya di medya civakî de jî heye; wî li ser nûçeyeke rojnameya Sueddeutsche Zeitung (SZ) a bi ser nivîsa “Alaya kurdan parve kir û kete ber taqîba saziya parastina dewletê” parve kiribû. Divê nûçeya Thomas Schmidt de, behsa wê yekê dihat kirin, ka çawa hunermendî ji ber ku nûçeyeke rojnameya wan a ku alayeke YPG´ê li ser parve kiriye û ketiye ber lêpirsîna polîs (Binihêre li https://bit.ly/2nDSsVY).

Hin ji hincetên din ên lêgerîna malê jî ev in: 

* Beşdarbûna mîtîngeke 23´yê Sibata îsal bi şîara “Artêşa Tirk li Efrînê konvoya alîkariya sivîl bombe dike û komkujiyê dike”. sloganıyla düzenlenen bir mitinge katılmak.

* Di Roja Jinan a Cihanê de di çalakiya “Ji bo jinan Efrîn jiyana aştî, azadî û demokrasiyê ye” û hilgirtina alayaYPJ´ê.

Karta birayê herî baş jî desteser kirin

Piştî serdegirtina mala wî me xwe gihand hevserokê NCDK ya Munchenê Azad Bingol. Wî helwêsta polîs şermezar kir, û xwest polîsê Elman êdî dev ji helwêsta xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan berde. Bingol da zanîn ku polîs tiştên li mala wî desteser kirine, ji ber ku ew li ber desteserkirina wêneyê Yilmaz Guney jî derketiye, polîsan destê wî bi şidandinê êşandiiye û minaqeşeyeke kurt rûdaye.

Bingol wekî din got, karta ji bo rojbûna wî ku xwişka wî li ser nivîsî bû ji bo birayê herî baş ê dinyayê û tîpên YPG piçûk li ser xêz kiribûn jî ketiye ber xezaba polîsan. Polîsan hem wêneyê wê girtiye û hem jî weke delîl bi serê xwe di zerfeke mezin de bi cih kiriye.

Polîs ji lêpirsîna wî newestiye

Bingol da zanîn ku polîs heta niha li dijî wî 17 caran lêpirsîn daye destpêkirin û wiha peyivî: “Ev serdegirtin helwêsteke siyasî ye. Sedemên serdegirtinê beriya niha bi rêya postê bi nameyê ji min re hatibû şandin. Li ser van hincetan, bi ya min ne lazim bû herim îfade jî bidin û min jî wisa kir. Qaşo bi serdegirtina malê delîlan berhev dikin. Çalakiyên ez beşdarî wan bûm û axaftinên min hemû li meydanê ne. Di çalakiyên bi alayên YPG´ê de destûrên pêwîst hemû me girtin. Ev serdegirtin bi temamî ji bo çavtirsandin û krîmînalîzekirina me ye. Li dijî hiqûqê ye. Bi vî rengî ew hewl didin di ser çend kesan re dozên bibin mînak derxin holê. Vê bi qesd dikin.”

Qedexe nîne kirineke kêfî ye

Bingol bi bîr xist ku alayên YPG û YPJ’ê li Elmanyayê ne qedexe ne û got, “Alayên YPG, YPJ´ê li Elmanyayê ne qedexe ne. Nikarin weke sûc nîşan bidin. Ji bilî talîmatnameya wezareta karê derve, ji dadgeriyê ti biryar û belge derneketiye ku van qedexe bike. Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan jî bi vî rengî tên nirxandin. Kurdistanî di çalakiyan de wêneyên rêbertiyê nîşan didin.”

Rojnameya me jî desteserkirin

Di serdegirtina mala hevserokê NCDK ya Munchenê de Azad Bingol de polîsan her tişta ku Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê sembolîze bike hatiye desteserkirin. Bingol ji bo vê yekê dibêje, “Rojnameya Yeni Ozgür Politika jî desteser kirin. Mirov dikare wê ji bayiya devê derî jî bikire. Em tiştekî şaş û neheq nakin. Ne sûc e ku mirov xwedî derkeve li destketiyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û wan biparêze. Elmanya jî parçeyek ji konsepta şer e. Ji ber vê yekê krîmînalîzekirina Kurdan dewam dike.”