
Malpera Rûdawê ya girêdayî Cigirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî nûçeyek li ser navê parlamenterê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Şiwan Qeladizeyî weşand. Di nûçeyê de hatibû îdîa kirin ku Qeladzeyî gotiye; “Gefa PKK’ê zemînê ji bo şerê xwekujiyê ye. PKK wisa dizane ku hîna li ser Şengalê metirsî maye. Bila baregehên xwe bibete dervey Şengalê.”
Qeladzeyî Rûdaw derewand û got; “Ewa ku Rûdawê dayî min wisa ne gotiye. Min qala hemû aliyan kiriye û qala PKK’ê bi tenê ne kiriye.”
Qeladizeyî têkildarî mijarê ku ji ajansa ROJNEWS’ê re axivî, ev nûçeya Rûdawê li ser navê wî dayî derewand û got; “Tiştên ku Rûdawê dayîn min wisa ne gotiye. Min negotiye gefên PKK’ê. Min gotiye gefa her aliyekî be, çi PDK, çi PKK û aliyek din be, partî û her berpirsek hikûmetê be, ger bixwaze pirsgirêkan bi gafan çareser bike, ev dibe zemînê şerê navxweyî. Min tenê ne got bila PKK hêzên xwe bibe ji derveyî bajêr. Pêwiste her hêzên leşkerî hêzên xwe bibin ser sînorê Şengalê û hêzeke yekgirtî û hevpar çêbikin ji bo parastina Şengalê.”
Em li pişt banga KCK’ê ne
Der barê peyama KCK’ê ya ji bo pêkanîna kongreyekî netewî de Qaladizeyî wiha got; “Em wek Tevgera Îsalamiya Kurdistanê piştgiriya pêkanîna kongreya netewî ya Kurd dikin û banga KCK’ê baş dibinin, yan KCK kongreya netewî pêk bîne yan ji aliyek din. Ji ber ku pêkanîna kongreya netewî wê van pirsgirêkan dûbare nebe û şêwazê gftûgokirinê pêk were.”
SPÊDA FAYEQ / ROJNEWS / SILÊMANÎ