Berxwedana Kobanê ya dîrokî ku 5 meh li pey xwe hiştin, qasî kurdan bandor li ser derdorên çepgir, demokrat û sosyalîst jî çêkir û eniyek berfirek ava kir. Nexwasim ji cihên cuda yên cîhanê gelek kes tevlî berxwedan û pêngava azadiya herêmên Kobanê dibin.
Yek ji van kesên ku êrîşên çeteyan ên li ser gelê Kobanê û kiryarên çeteyan tehemul nekir û ji bo wê berê xwe da Kobanê jî kesê bi navê Zotta Morner e.
Zotta Morner ji welatê Macarîstanê ye. Temenê wî 40 e û bavê 6 zarokan e. Morner beriya 20 rojan ji bo ku cihê xwe di nava YPG’ê de bigire, gihiştiye Kobanê.
Zotta Morner derbarê sedema xwe ya Kobanê û tevlîbûna nava refên YPG’ê de ji ANHA’yê re axivî.
Morner, da zanîn ku wî bi riya dezgehên çapemeniyê bihîstiye ku Kobanê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya bi hevkariya dewleta Tirkiyê tê û wiha dom kir: “Mi di çapemeniyê de bihîst ku welatiyên Kobanê ji ber şer û pevçûnan neçar mane ku ji cih û warên xwe koçberî herêmên din ên Rojava û Bakurê Kurdistnê bibin.”
‘Hovîtiyê bi min biryar da girtin’
Morner destnîşan kir ku wî ji ber vê hovîtiya çeteyan biryar daye ku berê xwe bide Kobanê û alîkariya gelê kurd bike. Morner got ku DAIŞ ne tenê Rojava yan jî Sûriyê tehdîd dike, xeteriya wê li ser hemû welatên cihanê yên wekî Macarîstan û hemû welatên Ewrupayê jî heye û divê pêşî li êrîşên wan bê girtin.
Morner piştî ku biryara çûna Kobanê dide, ji welatê xwe derdikeve û berê xwe dide Kobanê. Morner ku 20 roj beriya niha sînor derbas kiriye û hatiye Kobanê derbarê derbasbûna xwe ya sînor de ev tişt anîn ziman: “Dewleta tirk nehişt ku ez di derî re derbas bibin. Lê belê dema ku çete derbas dibin ew qet tiştekî ji wan re nabêje. Piştre ez neçar mam ku bi rengekî veşartî û dûrî çavên leşkerên tirk sînor derbas bikim.”
Piştî ku Morner digihêje Kobanê hin şervanên YPG’ê dibîne û ji wan dixwaze ku tevlî nava refên wan bibe. Morner ji ber ku bi zimanê şervanan nizane hem bi zimanê xwe hem jî bi riya îşaretên destan hewl dide ku bi wan re danûsandinê bike. Daxwaza Morner ji aliyê YPG’ê ve tê pejirandin û cihê xwe di hemleya rizgarkirina Kobanê de digire. Her wiha beşdarî şerê li taxên Miktelê û Kaniya Kurdan dibe..
‘YPG hêza herî rêxistinkirî ye’
Morner anî ziman ku piştî gihîşt Kobanê jî tevlî nava YPG’ê bûye û wiha dom kir: “Min 2 salan di nava artêşa Macarîstanê de cih girtiye, lê ji ber ku baweriya min heye ku hêza YPG/YPJ’ê di cîhanê de yên herî birêxistinkirî ne û dikare li dijî çeteyên dij mirovahiyê şer bike, min xwest di nava vê hêzê de cihê xwe bigirim û li dijî çeteyan şer bikim.”
Zotta Morner niha li gel şervanê YPG/YPJ’ê yên li eniya rojhilatê Kobanê di hemleya rizgarkirina gundan de cihê xwe digire.
HOGIR MISTEFA/ANHA/KOBANÊ