
Nûçegîhan Nûjiyan Erhan ( Tuba Akyilmaz) dê sibe di hembêza Şengala pîroz de, werê definkirin. Nûçegîhan Nûjiyan Erhan ji bo berxwedaniya jin a li hemberî çeteyên DAIŞ`ê binîvsîne û bibe pênûsa serkeftina jinên Şengalê berê xwe da xaka pîroz Şengal. Bi xebatên xwe yên nûçegîhaniyê li hemberî êrîşên li ser Şengalê têkoşiye û 3`yê adarê dema dixwest rastiya çeteyên PDK/AKP`ê belge bike ji aliyê çeteyan ve hedef hat girtin û giran birîndar bû. Nûjiyan Erhan bi jiyanê ve girêdayî ye, zû bi zû radestî mirine nebû û 19 rojan li ber xwe da.
Şehîd Nûjiyan cangoriya adarê, roja 22`ê adarê şehîd bû û wê sibe di hembêza xaka berxwedêr Şengalê de were veşartin. Rojnamevan, nûçegihan û şêniyên Kantona Cizîrê dê tevlî merasîmê bibin û wê merasîm bi girseyî were lidarsxistin.
HESEKÊ