Behrûz Gelalî di serdanê de got: “Bi navê Mam Celal, Birêz Kosret, Hêro Xan û Polîtburoya YNK’ê em gumanên xwe der barê girtina hevserokan, parlamenteran û hevserokên şaredariyên HDP’ê de radigihênin.”
Nûnerê YNK’ê diyar kir ku ew piştgiriya têkoşîna HDP’ê dikin û wiha axivî: “Em piştgirî didin xebatên ji bo aştî û azadî û mafê rewa yê gelê xwe. Em hêvî dikin ku di demek kurt de HDP’yî werin azadkirin. Ji bo aştiyê divê her du alî vegerin ser maseya muzakereyê.”
ENQERE