Piştî hilbijartinê Milhim Umer Sîno axivî ûgot: "Dîroka nûjen dê ji bo gelan bibe dîroka zêrîn di wergirtina mafan de. Em li ser navê ola Êzîdiyan beşdarî Rêveberiya Demî dibin. Em dixwazim rola Êzîdiyan di vê rêveberiyê de aktîf bikin. Em di vê mijarê de piştgiriya madî manevî ya Êzidiyên derveyî welat jî dixwazin.”
Tevgera Civaka Piralî beşda dibe
Tevgera Civaka Piralî ku xwe wekî tevgerek siyasî û civakî ya gelên Sûriyeyê binav dike û ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê têkoşîn dide, piştgirî da projeya rêveberiya demî ya Rojava. Seroka Tevgera Civaka Piralî Rende Qesîs têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ev proje demokratîk e û dikare bibe projeya tevahiya Sûriyeyê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Tişta ku li herêmên Kurdan çêdibe, ewlehî û aramiya ku peyda bûye û saziyên xizmetê yên hatine ava kirin, nîşana wê yekê ku ev rêya sêyemîn a durist e. Di encama vê siyasetê de îro li herêmên Kurdan rêveberiya demî tê ava kirin ku hemû pêkhateyên herêmê dikarin cihê xwe di nav de bigirin.” Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku piştî avakirina Meclîsa Giştî ya Damezirandina Rêveberiya Demî, Tevgera Civaka Piralî bi meclîsê re hevdîtin pêk aniye û piştgiriya xwe aniye ziman, her wiha diyar kiriye ku di vê pêvajoya hesas de ev proje dikare bibe projeya tevahiya Sûriyeyê, lewre ew ê jî tevlî vê xebatê bibin.
AMÛDÊ