
Cangoriyên axa xwe ne
Ji şervanên YPJ’ê Berfîn Jiyan, diyar kir ku di nava şereke gelek mezin de ne û dê Kobanê xilas bikin. Jiyan, anî ziman ku weke şervanên jin ên YPJ’ê dê tolê ji dijminên xew bigirin û di vê rê de amadene ku canê xwe fida bikin û wiha got: “Gelek hevalên me ji bo vê axê ji çeteyan biparêze canê xwe fida kirin. Bi çalakiyên fidayî heya dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîn kirin.” Jiyan, da zanîn ku têkoşîna li Kobanê didin têkoşîna hebûn û tunebûnê ye û wiha axivî: “Ev şerê me di bingeha xwe de şerê azadiya jinê ye. Ji ber vê yekê YPJ têkoşîneke wisa mezin dide. Ji ber vê yêkê li hemberî dijminên xwe dirawestin.” Endamê YPJ’ê Jiyan goz, “Em dê dijminan ji axa xwe derxin” û anî ziman ku wê ji bo li ser axa xwe jiyanek azad bijîn heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Jiyanê wiha axivî: “Ew çima axa me dixwazin. Ev cihê me ye. Em soz didin ku çeteyan di axa xwe de nehewînin. Heta ku yek çete jî nemîne em dê şer bikin.”
´Çeka me moral û vîn e´
Jiyan her wiha got ku boneya ku ew axa xwe diparêzin morala wan gelek bilind e û got ku bila tu kes ji têkoşîna wan gumanê neke. Jiyanê wiha domand: “Tenê yek YPJ’yî an jî YPG’î jî bimîne em nahêlin çete têkevin welatê me. Bila tu kes netirse. Heta ku em li vir bin DAIŞ nikare têkeve Kobanê.” Jiyan anî ziman ku her çiqas çekên wan yên giran jî tunebin, belê morala wan gelek bilinde û da zanîn ku ew ê ew bi vê moralê li hemberî tangan disekinin. Jiyan herî dawî wiha got: “Wekî YPG, tu tehemûla me tuneye ku, jinek jî bibe kole.”
‘Em nahêlin jin bibin kole’
Endama YPJ’’ê Slava Serxwebûn, diyar kir ku li hemberî hemû êrîşan amadekariyên wan temamin û got ku ew ne tenê hêza parastina Kobanê ne, bi heman demê hêza parastina hemû Rojhilata Navîn in. Serxwebûn wiha pêde çû: “Ev têkoşîna ku em li vir didin, ji bo hemû cîhanê mînak e. Ji bo parastina gelê me çi ji destê me bê em ê bikin. Çete dixwazin jinan bikin kole. Em destûr nadin tu carê jin bibin kole. Em ê vê zihniyetê bavêjin çopê. Jin xwedî îrade ne. Em îro bi hêza xwe şer dikin. Em ji bo azadiyê şer dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo, gelê me, û zarokên kurdan em şer dikin.”
DIHA/KOBANÊ