Hevalên Dr. Nûredîn Zaza behsa wî kirin û wan got, bi Şoreşa Rojava re ew hizra wî ya federasyonê ya mîna Swîsreyê, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih tê.

ERSÎN ÇAKSÛ / KOBANÊ

Rêhevalên Dr. Nûredîn Zaza yên têkoşînê diyar kir ku xeyalên wî yên ji bo Kurdistanê ya ‘federal, pirrzimanî û pirrçandî’ îro li Rojava dijîn.

Zimanzan, dîroknas û siyasetvan Dr. Nûredîn Zaza yê ku sala 1919’an li Madena ser bi Xarpêtê ji dayîk bûbû, piştî Serhildana Şêx Seîd koçî Rojava kiribû. Wî beriya bi 30 salan wefat kir. Dr. Nûredîn Zaza yê ku navê wî yê rast Yûsûf Ziya ye, malbata wî piştî Serhildana Şêx Seîd çû Şamê. Zaza perwerdehiya xwe li vê derê temam kir û di kovarên Hawar, Jîn û Ronahiyê de nivîskarî kir.

Rêhevalên wî yên têkoşînê Dr. Xelîl Ezîz Ebdî û Hesen Zaza qala têkoşîna Damezirînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) û serokê wê yê giştî yê yekemîn Dr. Nûredîn Zaza kir.

Ebdî yê ku bi Dr. Nûredîn Zaza re di zindanê de mabû, got, “Xeyalên Dr. Nûredîn îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye pratîkê.” Hesen Zaza jî got ku, “Projeya neteweya demokratîk a ku li xeyalên Dr. Nûredîn Zaza tê, îro dahatûya Sûriyeyê ronî dike.”

Di nava welatê xwe de mişext

Ebdî dibêje, malbata Dr. Nûredîn Zaza piştî Serhildana Şêx Seîd çûye Şamê û Dr. Nûredîn Zaza piştî perwerdehiya xwe ya li vê derê lîsansa xwe ya bilind li Swîsreyê kiriye. Ebdî diyar dike ku dema ew li Şamê xwendekarê tipê bû, wî Zaza nas kiriye û wiha dipeyive: “Dikaneke wî ya dermanan hebû, em xwendekarên Kurd diçûn ba wî. Her dem ji me re qala Kurdistanê dikir.”

Ebdî diyar kir ku Dr. Nûredîn Zaza sala 1957’an bû serokê PDK-S’ê û piştî ku Cemal Ebdulnasir 1960’î xwest ku Misir û Sûriyeyê bike yek, komunîstan derbeke mezin xwar û got, “Piştî komunîstan, êrişên mezin li Kurdan kirin. Di rojekê de hemû endamên polîtburo yên PDK-S’ê destgîr kirin û birin Helebê. Wê demê li Kobanê em 18 kes hatin destgîrkirin. Ez wê demê xwendekar bûm. Di zindanê de ez bi Dr. Nûredîn Zaza û Osman Sebrî re mam.”

Zazayê li hepsan

Ebdî diyar kir ku piştî hin lêpirsînên li Helebê ew û hin kes hatine serbestkirin lê Dr. Nûredîn Zaza û rêveberên partiyê hatine girtin û ew birine Hepsa Leşkerî ya Mezzeyê ya li Şamê. Dr. Nûredîn Zaza li dadgeha parastineke siyasî kiriye û got, “Doktor diyar kir ku rêveberiya Misra Yekbûyî û ya Sûriyeyê şoven in. Kurd bêyî ku şidetê bikin, mafê xwe dixwazin û ev jî mafên çandî û siyasî ne.”

Ebdî diyar kir ku piştî salekê li hemberî rêveberiya Cemal Ebdulnasir darbe hate kirin û wê demê Dr. Nûredîn Zaza û hevalên wî ji zindanê hatin berdan lê îstîxbarata rejîmê dev ji wan bernedida. Evdî got, “Doktor kesekî welatparêz û karîzmatîk bû. Li her parçeyî tevlî têkoşîna gelê xwe bû. Li Iraqê hate girtin, li Lubnanê hate girtin. Lê dev ji têkoşîna xwe berneda. Piştî ku li Sûriyeyê şert xerab bûn, ji neçarî çû Swîsreyê û li wê derê li ser ziman û dîroka Kurdî xebatên girîng kirin.”

Xeyalên wî dibin rastî

Hevalê wî yê têkoşînê Dr. Xelîl Ezîz Ebdî wekî din got, xeyalên Dr. Nûredîn Zaza îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên: “Rejîma Sûriyeyê her dem Kurd sûcdar kirin. Lê doktor her dem digot, Kurd mafê xwe dixwazin. Îro dema ku em li Rojava û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinihêrin em dibînin ku xeyalên doktor pêk tên.”

Hesen Zaza jî diyar dike ku Dr. Nûredîn Zaza fikrên wî nêzî projeya neteweya demokratîk bûn û got, “Doktor Nûredîn Zaza baweriya xwe bi têkoşîna hevpar a gelên Kurd û Ereb dianî. Têkoşîna xwe li ser wê ava kir. Dadger li dadgehê ji wî dipirse, hûn fikrên cudaxwaz diparêzin. Ew jî dibêje, em partiyekê ava nakin, em civakê ava dikin. Wî têkoşîna xwe li her derê diparast.”

Hesen Zaza diyar dike ku Dr. Nûredîn Zaza di hepsê de jî xebatên xwe yên siyasî dewam kirine: “Dema ku di zindanê de bû, ji bo mafên gelê Kurd nameyek ji Cemal Ebdulnasir re şand. Lê ew name negihişt Cemal Ebdulnasir. Ew name dikeve destê îstîxbarata Misirê. Li wê derê endamekî îstîxbaratê yê bi navê Zekerya Mihyedîn heye, ew Kurd e û nameyê vedişêre. Cemal Ebdulnasir qala nameyê dike, lê name nagihêje wî. Doktor diyar dikir ku li zindanê jî mafên gelê Kurd heye û divê ev maf werin naskirin.”

 
 

Celadet jê re digot ‘Çexovê Kurdan’

   

Dr. Nûredîn Zaza yan jî Yûsuf Ziya sala 1919’an li navçeya Maden a ser bi Xarpêtê hatiye dinê. Di serhildana Şêx Seîd de bav û kekê wî tên girtin. Ew û kekê xwe Dr. Ehmed Nafîz, neçar dimînin bixet bibin, ango diçin Rojava.

Zaza, li dibistanên Fransayê yên li Şamê dixwîne û bi rewşenbîrên Kurd Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî, Dr. Ehmed Nafîz, Celadet Bedirxan re sala 1938’an Klûba Ciwanên Kurd ava dike.

Zaza, di kovarên Hawar û Ronahî de gotar û çîrokan dinivîse, ji hêla Celadet Bedîrxan ve weke “Çexovê Kurdan” tê binavkirin.

Sala 1950’î nivîskar û helbestvanê Fransî, Tristan Tzara şeva piştgiriyê ji bo Nazım Hîkmet ê 13 sal di hepsê de bê berdan, organîze dike û di vê şevê de Zaza, helbestên Hîkmet dixwîne û bi şêwazeke dijwar diaxive. Lewre di encama zextên dewleta Tirk li Swîsreyê kirî de mafê wî yê rûniştinê jê tê standin.

Piştî ku perwerdeya xwe ya dibistana amadehî diqedîne, li zanîngeha Beyrûd St. Joseph a Fransayê bawernameya xwe ya Zanistên Siyasî digire. Piştî şerê cihanê yê duyemîn li Swîsreyê binecih dibe û li zanîngeha Lozanê lîsansa xwe ya Zanistên Perwerdeyê werdigire.

Doktorê têgeha binbarî

Li ser têgîna fîlozofê Fransayî Emmanuel Monunier a “binbarî”yê angaştan lêkolîn dike. Bi vê yekê re krîza siyasî, exlaqî û modernbûnê ya bi şerê cihanê yê duyem derketî holê û rewşa takekesan û têkoşîna wê didahûrîne.

Zaza, sala 1955’an bi nêrîna “Li ser têgîna Emmanuel Mounier a ‘binbariyê’ lêkolîneke rexnegirî” doktora xwe ya perwerdehiyê kuta dike. Zaza, di heman demê de bi veşartî bi pêşgotina xwe bi xwe, Destana Memê Alan diweşîne. Heman berhemê werdigerîne zimanê Fransî jî.

Sala 1956’an bi 17 hevalên xwe re ku Îsmet Şerîf Vanli jî di nav de ye, li Elmanyayê Komelaya Xwendekarên Kurd ên li Ewrûpayê (KSSE) ava dike.

Sala 1957’an di avakirina PDK-S’ê de cih digire û dibe serokê wê yê giştî û dema ku diçe Başûrê Kurdistanê, serdana Mela Mistefa ji hêla rejîma Iraqê ve tê girtin.

Zaza, dema serokê PDK-S’ê ye, 8’ê Tebaxa 1960’î de tê girtin û li girtîgehên Şam, Helebê û di Hepsa leşkerî ya Mezzeyê 12 mehan di bin êşkenceyeke giran de dimîne.

8’ê Adara 1963’yan ji hêla partiya Baes ve ku bi darbeyê hatî ser desthilatdariyê, navê Zaza dixin ‘lîsteya reş’, 14’ê Hezîrana 1963’yan bi dizîka derbasî Lubnanê dibe. Zaza, li wê derê gelek berhemên nivîskî hildiberîne. 15’ê Sibata 1966’an di encama komploya balyozxeya Iraqê ya Beyrûtê tê Zaza tê girtin.

21’ê Nîsana 1966’an derdixin derveyî sînor û dişînin Urdûnê. Piştî ku Urdun wî qebûl dike, careke din dişînin Lubnanê. Piştî wê, polîsên Lubnanê wî radestî Sûriyeyê dikin û li Şamê dixin girtîgeha Şêx Hesen.

Piştî ku 5 mehan girtî dimîne, 9’ê Tebaxê 1967’an vedigere Tirkiye û li vir jî di encama zextên dewleta Tirk de Zaza, di 25’ê Tîrmeha 1970’î diçe Ewrûpayê.

Zaza li Swîsreyê xebatên xwe yên nivîskariyê didomîne. Berhemên wî yên herî girîng biyografiya wî ya sala 1983’yan a bi navê “Ma Vie de Kurde (Weke Kurdekî jiyana min)” weşandiye. Dîsa kovara Dengê Kurdistanê diweşîne û di vir de gotaran dinivîse.

Zaza, pirsgirêka Kurd di nava pêkhateya Rojhilata Navîn a siyasî û erdnîgarî de analîz dike û modela Swîsrê ya federal ku ji 26 kantonan pêk tê, weke çareseriyê diparêze.

Sala 1972’yan bi nivîskar-rojnameger Gilbert Favre re dizewice û kurê wan ê bi navê Cengo çêdibe. Zaza, li Lozanê 7’ê Çileya 1988’an wefat dike.