Hema hema ji her 4 bindeqên li dinyayê sisê ji Tirkiyeyê tên. Kirriyarê wan ê herî mezin jî şirketa Ferrero ye, hilberînerê krema bi çokolatê ya bi navê Nutellayê. Û pirraniya van bindeqên hanê jî bi destê karkerên koçber ên Kurd tê danehev. Ev karker bi malbatên xwe diçin çinîn û berhevkirina bindeqan û zarokên wan ên piçûk jî bi wan re kar dikin.

Yek ji wan karkeran îsal Mehmet Kelekçî ye û ji bo karê xwe dibêje, “Wexta em dibêjin bindeq, ya tê bîra min feqîrî û rezîlî ye: karê zehmet, karkerî”.

Ji ber ku Ferrero herî zêde van bindeqan dikire jî, niha minaqeşeya wê yekê tê kirin ku hilberîna Ferrero girêdayî xebitandina zarokan e.

Gelo haya Ferrero ji vê heye yan na? Bersiva pirsê di nûçeyeke ji sala 2017´an de heye. Ferrero hem dizane zarok di çinîna bindeqan de kar dikin û hem jî Kurd in: “Ferrero Findik li Orduyê, li Kampa Uzunisa, ji bo wan zarokên li cem malbatên xwe yên koçber tevî alîkariya TEGV´ê 8´ê tebaxa 2017´an çalakiyan li dar bixe.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN