Meclîsa Gel a Demokratîk a Şehîd Rûstem (Mexmûr) da zanîn ku ev yek li ser daxwaza dewleta Tirk tê kirin û bi vî awayî dewleta Tirk dixwaze gelê penaber bi zextan re rû bi rû bihêle. Meclîsê diyar kir ku berprisê vê yekê NY, hikûmeta Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye û banga bihîstiyariyê li raya giştî kir.

Daxuyaniya ku li rastî eleqeyek xurt a çapemeniya başûrê Kurdistanê û biyanî hat ji aliyê Serokê Meclîsa Gel Yusuf Kara ve hate dayin. Kara beriya xwendina daxuyaniyê axaftinek kurt kir û diyar kir ku ger daxwazên wan li ber çavan neyê girtin û ev embargoya li ser wargehê ranebe, dê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

20 salin rastî zextan tên  

Kara diyar kir ku gelê wargehê ev 20 sal in ji ber zext û zordariyê dest ji xaka xwe berda û di vê pêvajoya penabertiyê de weke cihê 8’emîn li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) dijî, rastî zextan tê û wiha domand: “Di 28’ê mijdara 2012’an de li Hewlêr wek mekanîzmayeke çarmend ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, (DYA), Iraq, Tirkiye û hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistan pêk dihat, civînek li dar xistin û di wê civînê de tê zanîn ku der barê wargeha me de hin nîqaş û nirxandin bi rê ve birine. Em dixwazin bidin xuyakirin ku hikûmeta Tirkiyeyê bi armanca tesfiyekirina wargeha me, bi Iraq, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê re peyman çêkiriye û di encama wê peymanê de ev hêzên ku navê wan derbas dibin bi hincetên bêbingeh zextê li ser wargeha me dikin. Daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê ku wargeha me wek hedef nîşan dida, bi awayekî aşkere armanca tasfiyekirinê ne. Di vê pêvajoya ku çareserkirina pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de hîn jî ku ji polîtîkayên ewlekariyê hêvî têne kirin, me pirr zêde dixe nav gumanan. “
Kara diyar kir ku nêzî pênc meh in, erzaq nadin wargehê, hincetên teknîkî û yên bêbingeh tên nîşandan û got: “Lê belê di rastiyê de li ser wargehê ambargo tê meşandin. Dîsa dayîna nasnameyan ku di encama israr û ferzkirina Neteweyên Yekbûyî de ku hat qebûlkirin, salek û nîveke pirr giran tê destgirtin û di demên dawî de bi hincetên “Murekkep nîn e” dayîna nasnameyan hatiye rawestandin.” Û ev agahî da: “ 3000 hezar nasname nehatine belavkirin. Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan, bi Neteweyên Yekbûyî (NY), Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) Iraq û hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê re gelek caran hevdîtin çêbûne; lê belê encam nehatine wergirtin. Li gor daxwaza dewleta Tirk de tê xwestin bi vê rêbazê gelê me yê penaber di bin zextan de were hiştin.”

Tenê li ser gelê wargehê qut kirine  

Kara got: “hikûmeta Iraqê ku ne bi awayekî giştî li ser gelê Iraqê, ango tenê li ser gelê wargehê erzaq qut kiriye, helbet wek pêkanîneke bi zanebûn tê dîtin. Em dixwazin hikûmeta Iraqê dest ji vê polîtîka û pêkanînê berde û mafên me bide me. Wargeha me ku di bin ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de li hemberî kiryar û pêkanînên neheq û ne di cih de, em bang dikin ku divê Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî UNHCR hişyar be, nebe destikê polîtîkayên qirêj, berpirsiyartiyên xwe yên li hemberî mirovan binê cih, û li wezîfeya xwe ya parastina gelê me xwedî derkeve. Dîsa em bang dikin ku hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistan dest ji polîtîkayên sergirtî û veşartî berde, di nav vê mekanîzmayê de cih negire û li berpirsiyariyên xwe yên neteweyî xwedî derkeve.”
Kara herî dawî ev bang kir: “Em dixwazin tevayî gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk li hemberî wan kiryar û pêkanînan bêdeng nemîne, hişyar be û dengê xwe bilind bike. Divê polîtîkayên qirêj ên mekanîzmaya çarmend ên li hemberî wargeha me werin aşkerekirin.
Eger ev hêzên ku navê wan derbas dibe, dest ji van polîtîkayan berdin û ambargoya li hemberî gelê me pêş dixin, rakin, wê ji bo pêvajoyê weke nîşaneya samîmiyetê were xuyakirin. Erzaq, fonên alîkariyê yên însanî û nasnameya me, wek mafên me yên xwezayî divê bidin gelê me. Berevajî wê helwesta me ya li hemberî hêzên ku tesfiyekirinê plan dikin tê zanîn. Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ku xwedî dîrokeke berxwedêr a bi rûmet e, wê li hemberî van polîtîkayan serî netewîne û helwesta xwe ya berxwedêr li hemberî her cure kiryar û pêkanînan bi awayekî bi heybet nîşan bide.”

MEXMÛR