Di raporê de hatiye aşkerakirin ku çeka kîmyewî ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn. Mufetîşên Neteweyên Yekbûyî, di vî warî de ne erkdarin ku nerîna xwe bînin ziman.
Welatên Rojavayî, rêveberiya Şamê bi bikaranîna çeka kîmyewî tewanbar dikin. Washington îdîa dike ku di êrîşa li Şamê de zêdeyî 1400 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin, ji bilî vê êrîşê ji adara sala 2011'an û vir ve di 13 êrîşên din de jî çeka kîmyewî hatiye bikaranîn. Moskov jî komên çekdar tewanbar dike, ku ji bo pêşî li destwerdaneke leşkerî ya navneteweyî vebikin, êrîşeke bi vî rengî li dijî Şamê kirine. Perspektîfa destwerdana leşkerî, bi pêşniyara li ser kontrolkirina çekên kîmyewî ji aliyê hêzên navneteweyî ve, paşve hat xistin. Moskov û Washington li Cenevreyê hatin cem hev û li ser plana Rûsiyayê li hev kirin.
Helîkoptera Sûriyeyê
Fermandariya Artêşa Sûriyê qebûl kir ku helîkoptera wan ji ber pirsgirêkek teknîkî sînorê Tirkiyê derbas kiriye û destnîşan kir ku bêyî hişyarî bê kirin li helîkoptera wan dane.
Pîştî ku rayadarên dewleta tirk ragihandibûn ku ji ber helîkopterek artêşa Sûriyê sînorê wan derbas kiriye ji aliyê balafirê wan yên şer ve hatiye xistin, Fermandariya Artêşa Sûriyê da zanîn helîkoptera wan ji ber pisgirêkek teknîkî sînorê Tirkiyê derbas kiriye, bê hişyarî bi lez êrîşî helîkoptera wan hatiye kirin û hatiye xistin.
NEW YORK