Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî bi 9 zimanan tên peydekirin. Di pirtûkxaneya li ser înternetê de, bi navê ‘Pirtûkxaneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ wê fikir û ramanên Ocalan bigihîne bi milyonan kesî. Di malpera bi navê ‘Netewa Demokratîk’ de, pirtûkê Ocalan ên wek ‘Meşa Romayê’, ‘Perspektîvên Atînayê’, ‘Nexşeya Rê’, ‘Aloziya Rojhilata Navîn’, ‘Krîza Netewe-Dewletê’, ‘Sosyolojiya Azadiyê’, ‘Parastina Gelekî’, ‘Ji Dewleta Sumer ber bi Şarestaniya Demokratîk ve’, ‘Manîfistoya Civaka Demokratîk’ dîsa her pênc parêznameyên li Îmraliyê hatine nivîsîn, ‘Şaristanî’, ‘Modernîteya Kapîtalîst’ jî cih digirin. Pirtûkên Ocalan bi Kurdî, Erebî, Tirkî, Ingilîzî, Fransî, Spanî, Elmanî, Îtalî û Farisî dikarin bên xwendin. 


 AMED