Rêber Abdullah Ocalan, piştî bi 8 mehan bi malbatê re hevdîtin kir û got: Hûn nebin hêz, kes nikare pirsgirêkan bi we çareser bike. Divê hûn bibin hêz. Maseya li Tirkiyê li ser 2 piyan e. Ji bo mase nekeve divê hûn bibin piyê sêyemîn.

 Ocalan: Li Rojava gelek eşîrên Ereb hene. Tu yê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji wan kesan re ku li wir di saziyan de dixebitin, gelek silav û hurmetên min bibêje. Kesên li Rojava kedê didin gelek bi nirx in. Ji ber xebatan ez wan pîroz dikim.

FERHATÇELİK / SAFİYEALAGAŞ / MA/STENBOL

Malbatên Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş di 2’ê Adarê de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin. Mehmet Ocalan jî çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hamîlî Yildirim jî ji ber ku nexweş bû, nekaribû bi malbatê re hevdîtin bike. Mehmet Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, têkildarî naveroka hevdîtinê axivî.

Mehmet Ocalan, têkildarî hevdîtinê da zanîn di dema çûnê de bi awayekî ne layiqî rûmeta mirov ew kontrol kirine.

Mehmet wisa qala hevdîtinê dike: “Serok hat hundir, lê destê xwe neda min û got ‘Agahî dane min. Bawer im germahiya laşê te heye. Tu bi zekemê ketiye. Ji ber vê yekê min destê xwe neda te’. Ew li aliyekî ez li aliyekî masê rûniştim. Serok ji gardiyan re got ‘Bawer im, em ê saet û nîvekê hevdîtinê bikin. Ne wisa?’ Lê wî tiştek negot. Me jî hevdîtin dest pê kir.

Serok pirsa ‘Tu bi çi hincetê hatî? pirsî. Min jî got, ‘Li vir şewat derketiye. Gel û rêxistinên civakî çalakiyên demokratîk li dar xistin. Ez wisa difikirim ku ji ber vê yekê em anîn hevdîtinê. Başqên got ‘Erê lê bandor li ser me nekir.’ Piştre got, ‘Ez ê hin tiştan bipirsim. Tu cewherê wan ji min re bibêje.’

Meseleya me ye

Pirsî ka kî dikare meseleyê çareser bike, min jî got, ‘Gelê me yê herêmê û yê Rojhilata Navîn ji sedî 80 ji sedî 90 dibêjin, tenê Serok Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike’. Got ‘Belê ez jî vê dizanim. Mesele ya me ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn divê em bi pîvan tevbigerin’. Ji bo Rojava û ji bo saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê got, ‘Ez bawer im HDP’ê kongreya xwe li dar xist. Ez ê niha ji we re vê bibêjim. Ger ku li herêmê hûn nebin hêz, binêrin li Tirkiyeyê maseyeke bi du piyan heye. Di nava tevgera we de tevgerên çepgir jî hene. Bi giranî jî Kurd hene. Gelên din jî hene. Divê hûn jî bibin piyek. Hûn ê li wê bibin hêz. Ger ku maseyeke sê ling be nakeve. Maseya duling pergal çiqas ji bo neketina wê hewl bide jî wê bikeve. Ji ber wê, hewldana me Kurd, lingê sêyem in. Ji bo lingê sêyem jî pêk bê, mezinbûn divê.

Bibin yek û xwe bikin hêz

Bila kes û şexsiyet ne ji bo xwe ji bo gel û saziyan xizmetê bikin. Ji min tirê, partî (HDP) di nav saziyên demokratîk de saziya herî bi hêz e. Partî bi kedê xurt dibe. Bi dayîna kedê bi hêz dibe. Bi gotinan, bi hêz nabe. Tu rewşa min dibînî ne wisa? 50 sal in ez ked didim. Heke ez bibihîzim kesekî ji bo malbata xwe, ji bo xwe, ji bo xizmên xwe di saziyan de cih digire û nirxan bi kar tîne, ez efû nakim. Vî gelî gelek berdêlên mezin dan. Ez ji bo xwe tiştekî nakim. Lê me soz daye vî gelî. Vî gelî ewqas berdêl dan. 50 sal in em kedê didin, nirx hene. Me gelek berdêl dane. Heke hûn bibin yek û bi hêz bibin, hûn ê pirsgirêka mezin jî çareser bikin. Kes nayê pirsgirêkê ji bo we çareser nake. Di rastiyê de hêza çareseriyê hûn in. Partî ne malê şexsan e. Ne yê kesan e jî.

Stratejiya li Rojava rast e

Li Rojava gelek eşîrên Ereb hene. Tu yê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji wan kesan re ku li wir di saziyan de dixebitin, gelek silav û hurmetên min bibêje. Kesên li Rojava kedê didin gelek bi nirx in. Ji ber xebatan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dimeşînin. Serketinê ji wan re dixwazim. Tirkiye geh li cem Emerîkayê ye geh li cem Rûsyayê ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev e; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rêxistibûna li Rojava ji bo yekparebûna Sûriyeyê ye. Rêxistinbûyînên li wir Kurd Ereb, Ermen û Xiristiyan heke nebin hêz dê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelek rast e, silav û rêzên min bêyî ku cûdahî bikin navberê bigihînin hemû kesên ku li wir dixebitin û ked didin.

Silav ji her kesî re 

Ez ji her kesê ku li Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewrûpayê li dijî tecrîdê têdikoşin silavên xwe dibêjim. Li ku derê kurd hebin û li dijî tecrîdê têkoşîn dabin têkoşîna wan pîroz dikim. Di hêla tenduristiyê de gelek baş im. Ez zanim ez ê çawa bijîm. Tu min dibînî rewşa min çawa ye. Her tişt girêdayî têkoşîna we ye. Heke hûn pêşve bibin dê her tişt çareser bibe. Lê heke hûn nekin jî dê berdewam bike. Dê hem tecrîd berdewam bike hem jî rêjandina xwînê dewam bike. Bila herkes li gorî vê yekê tişta ji destî wî/ê tê bike.”