Şaredariya Berceto ya li bakurê Îtalyayê, belgeya “Hembajariya Rûmetê” da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Her wiha li gel belgeya hembajarîbûnê, Şaredariya Berceto belgeyeke din da ku tê de dinivîse: “Îtirafê bi maf û heqên Kurdan dike”. Li Îtalyayê ev bû şaredariya 11’emîn ku xelata “Hembajariya Rûmetê” dide Abdullah Ocalan.
Xelatkirin pêr li Berceto û bi tevlîbûna serokê şaredariyê Luigi Lucchi pêk hat. Ji bo xelata Ocalan werbire, parêzara wî Newroz Uysal hazir bû. Lûcchî di merasîmê de axivî û bal kişand ser komkujiyên ku heta niha li gelê Kurd hatine kirin. Lûcchî got, gelê Kurd êdî bi tenê nîne û wê teqez mafên xwe yên bingehîn werbigire. Her wiha parêzer Newroz Uysal jî li wir peyivî û got, Ocalan 20 sal in li giravekê tecrîdkirî ye û ji bo bidawîbûna tecrîdê û azadiya Ocalan piştevanî û têkoşîneke navneteweyî divê. Xelatkirin bi stranên muzîkjenên Kurd û Îtalyayî û bi gerandina govendê bi dawî bû.
BERCETO