SELMA AKKAYA / PARÎS

Nivîsên Abdullah Ocalan ên li ser konfederalîzma demokratîk û komunalîzmê ji aliyê weşanxaneya liberteria hatin berhevkirin, wergerandî Elmanî û weşandin. ji rêveberên Partiya Antî Kapîtalîst a Nû Olivier Besancenot pêşgotin ji kitêbê re nivîsî.

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan û Kurdistanê re wergera metnan kiriye. Kitêb bi giştî 256 rûpel e. Navê kitabê jî weke Şoreşa Komunal hatiye hilbijartin. Weşanxane dibêje, ji bo fêmkirina Şoreşa Rojava, ew hizirîne ku pêşî divê veguherîna li pişt vê şoreşê bê fêmkirin û ji ber wê jî wan tezên Ocalan berhev kirine.

Kitêb hem wê li kitêbxaneyan peyda bibe û hem jî li navendên weke

amazon, franc û weşanxane bi xwe kitêbê difiroşin. Beriya niha ji parêznameya Ocalan hin broşur hatibûn amadekirin, lê weke kitêb ev berhema Ocalan a yekê ye bi Fransî.